Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa aloziya Sûriyeyê kirin û diyar kirin ku Erdogan serokê Rûsyayê agahdar kir ku komeke sivîlan ji El-Xota derxistine, ango heman senaryoya Helebê tê meşandin û nîşandeya lihevkirina (Xota ji ber Efrînê ve) derdikeve holê.
Agirbesta Rûsî ya têkçûyî û belgeyên girêdayî madeyên kîmyawî
Girêdayî biryara Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî ya agirbesta 30 rojan li Sûriyeyê û binpêkirina biryarê, rojnameya El-Heyat du gotarên xwe wiha bi nav kirin: “Agirbesta Rûsî di roja xwe ya duyemîn de jî ji bo derxistina sivîlan ji El-Xota têk diçe”, “Rûsya ji bo tunekirina terorê alîkariya xwe bi rêjîma Sûriyeyê re nû dike”
Rojnameya Şerq El-Ewsat jî hin gotarên xwe wiha bi nav kirin: “Agirbesta El-Xota bi ‘kîmyawî’ re tevlîhev dibe”, “Mosko pêşniyara derxistina ‘El-Nusra’ ji El-Xota lêkolîn dike”, “Sivîlên El-Xota di ‘korîdora mirovahî’ re dernakevin.. hişyariyên navnetewî ya mirina ji birçîbûnê.”
Erdogan El-Xota jî weke Helebê vala dike
Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Destdirêjiyên Rûsî-Sûrî agirbesta li Xota li hemberî têkçûnê rû bi rû dihêle”. Rojnameya El-Ereb jî wiha got: “Tevgerên Mosko yên girêdayî agirbestê hêzên rojavayî bi hêrs dike”. Rojnameyê diyar kir ku metirsiyên ciddî hene ku lihevkirine di derbarê Xota de pêk hatibe ango herêma Efrînê pê hatibe guhertin.
Tirkiye êrîşî dijberên dagirkeriya wê li Efrînê dike û biryara navnetewî pêk nine
Girêdayî êrîşa artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî Efrînê, Rojnameya Şerq El-Ewsat gotareke xwe wiha bi nav kir: “Enqere li hemberî helwesta Waşintonê ya di derbarê êrîşa ‘Şaxê Zeytûnan’ de bi hêrs bûye”. Rojnameya El-Heyat jî di gotareke xwe de wiha got: “Enqere bangên rojavayî yên rawestandina êrîşa li dijî Efrînê red dike”.