TEBQA – Buroya Xizmetê ya Şaredariya Gel a Tebqayê dest bi projeya sererastkirina xetên kanalîzasyonan ya bajêr kir.
Dema ku bajarê Tebqayê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ′ê de bû, çeteyan gelek tunel û xendeq kolan. Ji ber vê yekê kanalîzasyonên bajêr gelek ziyan dîtin.
Di vê çarçoveyê de Buroya Xizmetê ya Şaredariya Gel a Tebqayê dest bi xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonan ên bazara navendî, bazara sebzeyan, taxên Ewel û Sanî yên bajêr, kir.
Tê payîn ku dê xebatên sererastkirinê mehekê bi dawî bibin.
Xetên kanalîzasyonên hem ji ber kiryarên DAIŞ′ê ziyan dîtine, hem jî ji ber paşguhkirina rêjîma Baas kevin bûne.
Ev proje dê de pirsgirêkên kanalîzasyonan ku dema dawî derketin, sînordar bike û rê li ber belavbûna nexweşiyan bigire.