EFRÎN – Midûrê Buroya Têkîliyên Dîplomatîk a TEV-DEM′ê Ebdulrehman Selman da zanîn ku planên dewleta Tirk ên dagirkeriyê têk çûn, ji ber vê yekê tola xwe ji sivîlan hiltîne û wiha got, ″ Hêzên me wê artêşa Erdogan li ser sînorê Efrînê bişkînin.″
Ji 20′ê Çile de dewleta Tirk û çeteyên ″El-Nusra, DAIŞ û El-Qayîde″ bi hemû cûreyên çekên pêşketî û balafiran êrîşî gelê herêma Efrînê dikin û hewl didin herêmê dagir bikin. Şervanên QSD′ê li hember êrîşên dagirkeriyê bi qehremanî şer dikin û berxwedaneke bêhempa didin meşandin.
Derbarê mijarê de Midûrê Buroya Têkîliyên Dîplomatîk a TEV-DEM′ê Ebdulrehman Selman ji ANHA′yê re nirxandin kir.
Ebdulrehman Selman da zanîn ku serkeftina Berxwedana Serdemê li hember êrîşên dagirkeriyê tê wateya rûxandina sîstema faşîst a Erdogan e û wiha domand, ″Qehremana şervanên azadiyê di çeperên şer de, serkeftina berxwedana Efrînê misoger dike. Ev berxwedan bû sembola hemû azadîxwazên cîhanê. Dijmin derbeyên giran li ser destê şervanên me xwar.″
Di milê mirovî de Selman wiha got, ″Artêşa Tirk a dagirker sivîlan dike hedef, ji ber ku di qadên şer li hember lehengiya şervanên me bin dikeve. Armanca ji hedefgirtina zarok, jin û kalan belavkirina tirsê di nava gel de ye.″
Selman da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên li ser Efrînê de rêbazên qirêj bi kar tîne, da herêmê ji gel vala bike û wiha axivî, ″Berxwedana Serdemê li ser asta cîhanî deng veda. Bi nêrîna min hin hikûmet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin û rewşa mirovî ji nedîtî ve tên. Em hemû kiryar û destwerdanên dewleta Tirk belge dikin û ji pisporên dîmplomatîk re dişînin da bigihînin saziyên ku banga mirovahiyê dikin.″
Selman di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tevahî gelan piştgiriya berxwedana gelê Efrînê kirin û hovîtiya dewleta Tirk şermezar kirin. Selman ev tişt got, ″Hemû siyasetmedar û şîrovenas dibînin ku Erdogan xwe di çirava Efrînê de asê kir.″
Selman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Efrîn dê efsaneya ku ″Artêşa Tirk tu carî nayê şikandin″ hilweşîne û wiha bi dawî kir, ″Hêzên me wê vê artêşê li ser sînorê Efrînê bişkînin.″