حركة المجتمع الديمقراطي

KNK’ê ji bo binçavkirin Muslim bang li Çekya kir: Xizmetê ji dîktatoriya Tirk re nekin

569

KNK’ê bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li pêşberî êrîşên li ser Efrînê û got, “Ev helwest, ji faşîzma Erdogan re xizmetê dike. Binçavkirina Muslim jî parçeyek ji vê konseptê ye. Ev nayê qebûlkirin û em ê bi her awayî li dijî van êrîşan û vê zilmê derkevin.”

Konseya Rêveber a KNK’ê li ser binçavkirina Hevserokê berê yê PYD û endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Salih Muslim li paytexta Çekya Pragê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK’ê diyar kir, binçavkirina Muslim bê hiqûqî ye, neheq e, zilm e û Înterpol û dewleta Çekya bi vî rengî dibin şirîkê vê neheqiyê.

KNK’ê pirsa “Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelên Kurdistanê, bi taybetî li ser Federasyona Bakurê Sûriyeyê û Efrînê, gelo wê cîhan heta kengî bêdeng bimîne?” kir û wiha dewam kir: Li Sûriyeyê cihê herî aram û jiyanek demokratîk a hemû gelan û baweriyan lê heye, Kantona Efrînê ye. Hikumeta faşîst a Receb Tayib Erdogan, bi hemû hêza xwe ya leşkerî û paramîlîter êrîşên hovane dibe ser vê herêmê. Eve 38 roj in ku êrîşên xwe yên hovane, bê navber dide kirin û heta niha bi sedan mirovên sivil hatin kuştin û birindarkirin. Piraniya wan jî zarok û jin in.”

KNK’ê bi bîr xist ku YPG’ê biryara Neteweyên Yekbûyî ya ji bo agirbesta li Sûriyeyê qebûl kiriye, lê belê tevî vê yekê jî artêşa Tirk êrîşên xwe dewam dike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Heta niha dewletên cîhana serdest bêdeng in! Bêguman ev helwest, ji faşîzma Erdogan re xizmetê dike. Binçavkirina Birêz Salih Muslim jî parçeyek ji vê konseptê ye û vê bêdengiyê ye. Ev rewş nayê qebûlkirin û em ê bi her awayî li dijî van êrîşan û vê zilmê derkevin.”

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Çekya hate kirin ku demeke zûtirîn Salih Muslim berdin, bes e  bibin şîrikê zilmê û xizmetê ji dîktatoriya Erdogan re nekin.

Her wiha bang li Yekîtiya Ewropa jî hate kirin ku nebin şirîkê zilma dewleta Tirk.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Weke her car, banga me ya bingehîn her dîsa ji gelê me re ye. Em dibêjin; em xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikin û îradeya xwe qayîmtir bikin û li hember hemû êrîşan rawestin. Ji bo rêberên xwe azad bikin bê navber tekoşîna xwe li her cih û warî bidin.