حركة المجتمع الديمقراطي

Li taxa El-Nehda ya Reqayê yekemîn dibistan hate vekirin

637

REQA- Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê, piştî paqijkirin û amadekirinê; yekemîn dibistan li taxa El-Nehdayê ya bajarê Reqayê vekir.

Şahiya vekirinê ku li hola dibistanê pêk hat, endamên Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê, Meclîsa Jinên Sûriyê, mamosteyên dibistanê û malbatên xwendekaran amade bûn.

Şahiya vekirinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Komîteya Perwerdeyê Fatma Bozan axivî û vekirina dibistanê wekî gaveke giring bi nav kir.

Her wiha Endama Meclîsa Jinên  Sûriyê ya Azad Zelîxa Ebdê jî û da zanîn ku gelê Sûriyê yek e û kes nikare wan parçe bike.

Di dawiya şahiyê de, deriyê dibistanê ji aliyê mamosteyan ve hate vekirin û zarok derbasî dibistana xwe bûn û dest  bi werza duyemîn a xwendinê kirin.