Lihevkirineke Emerîka û Rûsya ji bo rawestandina êrîşa Tirkiyeyê
Rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Lihevkirineke Emerîka û Rûsya ji bo derbasbûna hêzên Sûriyeyê li Efrînê”.
Rojnameyê diyar kirk u evan hêzên gelêrî yên alîgirtiya rêjîma Sûriyeyê dikin dê li ser xeta sînorê di navbera Efrînê û Tirkiyeyê de belav bibin da ku atêşa Tirk û şervanên YPG’ê ji hev cûda bikin. Li gorî raporan ev ye di çarçoveya lihevkirina Rûsya û Emerîka de pêk hatiye da ku êrîşa li dijî Efrînê were rawestandin.
Rûsya rawestandina dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê red dike
Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Heyat gotareke xwe wiha bi nav kir: “Enqere rêjîma Sûriyeyê hişyar dike eger alîkariya Kurdan li Efrînê bike”. Rojnameya Şerq El-Ewsat jî gotara xwe wiha bi nav kir: “Veto’ya Rûsyî li hemberî ‘lihevkirina’ Efrîn.. valahiya Emerîka û Tirkiyeyê di derbarê Minbicê de”. Rojnameyê diyar kir ku civîneke sêalî li bajarê Helebê di navbera YPG’ê û hikûmeta Sûriyeyê û artêşa Rûsyayê de hate lidarxistin û li gorî rojnameyê lihevkirineke ji sê bendan pêk hatiye: “yek; kordîneyeke leşkerî di navbera YPG’ê û artêşa Sûriyeyê de were meşandin. Du; xebatên ji bo şikandina êrîşa Tirkiyeyê. Sê; xebatên hevbeş ji bo rizgarkirina deverên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û komên girêdayî wê de li bakurê Efrînê.” Rojnameyê diyar kir ku di civînê de aliyê Rûsyayê got wan agahî ji fermandariya li Moskoyê wernegirtine û got ku hêzên wan ku ji Efrînê vekişiyane alîkariya vê hevpeymanê nakin û pêkanîna vê lihevkirinê gaveke metirsîdar e.”
Rûsya dixwaze senaryoya Helebê li Xota El-Şerqiyê dubare bike
Girêdayî mijar aloziya li Xota El-Şerqiyê ya Dîmeşqê rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: “balefirên Rûsya û Sûriyeyê bi dehan sivîl kuştin.. hevpeymana ‘kêmpevçûnan’ veguherî dojehekê”. Rojnameya Şerq El-Ewsat gotareke xwe wiha bi nav kir: “Sîwana Rûsya ji ‘senaryoya Helebê’ li Xota”.
Rojnameya El-Heyat jî gotara xwe wiha bi nav kir: “Mosko hewl dide tecrûbeya Helebê li Xota pêk bîne”. Di êrîşên rêjîma Sûriyeyê de li dijî Xota El-Şerqiyê jî herî kêm 71 sivîl bûn qurbanî.
DAIŞ êrîşên xwe li Îraqê dîsa dest pê dike
Rojnameya El-Heyat girêdayî mijara Îraqê manşêteke xwe wiha bi nav kir: “pêşbîniya bidawîbûna aloziya Bexda û Hewlêrê beriya hilbijartinan” di gotareke xwe ya din de jî wiha got: “DAIŞ’iyeke Tirkiyeyê bi darvekirinê hate darizandin”
Rojnameya El-Ereb gotareke xwe wiha bi nav kir: “DAIŞ êrîşên xwe li Îraqê bi rêbazên nû dest pê dike”