حركة المجتمع الديمقراطي

′Berxwedana gelê Efrînê xewnên dîktatoriya Tirk rûxand′

1,291

KOBANÊ – Endamê Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Kobanê  Xebat Findî diyar kir ku gelê Efrînê li ser esasê felsefeya Rêbertiyê, li hember dagirkeriya Tirk berxwedaneke dîrokî didin meşandin.

Xebat Efendî derbarê êrîşên li ser Efrînê ji ANHA′yê re axivî û got ku felsefeya Ocalan jiyaneke nû ava kir, vîn û hêza gelan xurt kir.

Xebat di nirxandinên xwe de anî ziman ku ramanên Ocalan xewnên sîstema dîktator a AKP′ê rûxand û wiha domand, ″Gelê me yê Efrînê li gel şervanên azadiyê di çeperên şer de cih digirin û li hember dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa dide meşandin.

Xebat di dawiya axaftina xwe diyar kir ku Rêbertiyê bang li tevahî gelan kir ku welatê xwe û nirxên xwe biparêzin û axa xwe terk nekin.