حركة المجتمع الديمقراطي

Hiqûqnas: Divê ji bo çekên kîmawî hesab ji AKP′ê were xwestin 

561

 

EFRÎN – Hiqûqnasê bi navê Mihemed Dahûd da zanîn ku dewleta Tirk hevpeymana navneteweyî binpê kir û bang li dadgehên navneteweyî kir ku derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Efrînê hesab ji AKP′ê bixwazin.

Dewleta Tirk a dagirker çekên kîmawî li dijî gelê Efrînê bi kar tîne. Derbarê vê yekê de hiqûqnasê bi navê Mihemed Dahûd ji ANHA′yê re axivî.

Mihemed Dahûd di destpêka axaftina xwe d got ku dewleta Tirk çekên ku li gorî zagonên navneteweyî qedexe ne, li gundên Şêxorzê û Erendê yên Efrînê bi kar anîn û wiha domand, ″Artêşa dagirker di êrîşên li ser gundê Erendê de gaza klorê bi kar anî, di encamê de 6 sivîl bandor bûn.″

Dahûd anî ziman ku bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistina qedexekirina çekên kîmawî, hişt ku Tirkiye van çekan bi kar bîne û wiha axivî, ″Di sala 1997′an de dema rêxistina qedexekirina çekên kîmawî hat avakirin, dewleta Tirk hevpeymana qedexeya bikaranîna çekên kîmawî îmze kir. Lê li Efrînê ev hevpeyman binpê kir û ev çek li dijî sivîlan bi kar anîn. Civaka navneteweyî jî li hember vê yekê bêdeng e.″

Dawûd bang li dadgehên navneteweyî  û rêxistin qedexekirina çekên kîmawî kir ku derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Efrînê de lêpirsînan veke. Em jî amade ne belgeyan pêşkêşî dadgehan bikin.″