حركة المجتمع الديمقراطي

Îsraîl bi balafiran êrîşî Xezayê kir

572

  Hate diyarkirin ku Îsraîlê  bi balafirên şer û tangan êrîş bi ser Xezayê de biriye.

Di daxuyaniya Artêşa Îsraîlê de hate gotin, “Bi balafirê şer ên artêşê, li Şerîda Xezayê li du hedefan xistine.”

Di daxuyaniyê de hate gotin êrîş bersiva wan êrîşan e ku di nav rojê de ji Xezayê li dijî başûrê Îsraîlê du êrîş pêk hatine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku herdu roketên ji Xezayê hatine avêtin li qadeke vala ya li Başûrê Îsraîlê ketine û tiştek bi kesî nehatiye.

Artêşê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir “Ji hemû êrîşên bi rokêtê ku ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve têne avêtin Hamas berpirs e.”

Piştî biryara li ser Qudisê rêxistinên berxwedanê yên Filîstînê banga întîfadayê kiribûn, li gelek deverên Filîstînê xwepêşandan çêbûbûn