حركة المجتمع الديمقراطي

Rojeva rojnameyên Ereban çi ye?

541

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên navdar ên Ereban di hejmarên xwe yên îro de girîngî dan pêşveçûnên QSD’ê li Dêrazorê û “derbeya leşkerî” ya li Yemenê pêk hatiye.

YPG: Tehdîda me li ser Tirkiyeyê tune ne

Rojnameyên Ereban di weşanên xwe yên îro de girêdayî rewşa Sûriyeyê bal kişandin ser pêşveçûnên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gundewarê Dêrazorê. Di vê çarçoveyê de Rojnameya El-Şerq El-Ewset ev sernav da “Çareyek ji erdnîgariya Sûriyeyê di destê Kurdan de ye.. û 5 baragehên Amerîkî hene.”

Rojnameyê li gorî zanyariyên ji Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel Sîpan Hemo wergirtiye got “Hêzên Sûriyeya Demokratîk herêmên li rojhilatê Çemê Firatê ji DAIŞ’ê rizgar kiriye. Ev yek bi destekdayîna Koalîsyona Navnetewî  û Rûsyayê hem di aliyê asîmanî û hem jî lojostîkî de pêk tê.”

Rojnameyê diyar kir ku Spîan Hemo derbarê îdiyayên dewleta Tirk ên li dijî QSD’ê gotiye “Tehdîda me li ser Tirkiyeyê tune ye. Em parastina xaka xwe ji êrîşan dikin. Eger êrîşek were ser me wê bersiva me tund be.”

Îsraîl baragehên rêjîma Sûriyeyê bombebaran dike

Li aliyekî din Rojnameya El-Ereb bal kişand ser bombebarana hêzên Îsraîlê ya li dijî baragehên hêzên Îranî li Sûriyeyê û ev sernivîs bi kar anî “Îsraîl li gundewarê Şamê baragehên leşkerî bombebaran dike”

Rojnameyê li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê got “Êrîş li dijî navendeke cebilxaneyê ya li herêmeke nêzî bajarê El-Kiswê yê li başûrê paytexta Sûriye Şamê pêk hat. Di encamê de teqîn çêbû. Tê gotin ku foza ji aliyê Îsraîl ve hatine avêtin.”

Opozîsyona Riyadê bersiva pêşnûmeya De Mistura dide

Rojnameya El-Heyat jî ji aliyê xwe ve mijara danûstandinên Cinêvê derxist pêş û got ku opozîsyona Riyad-2 bersiva pêşnûmeya ji aliyê Şandeyê Navnetewî yê ji bo Sûriyeyê Staffan De Mistura ve hatiye pêşkêşkirin, daye.

Rojnameyê diyar kir ku Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyeyê belgeyek radestî De Mistura kiriye û tê de bersiva pêşnûmeya De Mistura ya derbarê çareseriyê de daye.

Di vê belgeyê de Doza Kurd wekî parçeyek ji doza niştîmanî ya Sûriyeyê tê dîtin û tê gotin ku divê hemû polîtîkayên li dijî Kurdan û gelê Sûriyeyê hatine kirin, ji holê werin rakirin.”

Li Yemenê derbeya giran

Girêdayî aloziya Yemenê jî Rojnameya El-Şerq El-Ewset bal kişand ser derbeya ku ji aliyê komên ser bi Serokê Berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih “Koma Ensarullah” ve pêk hatiye.

Rojnameyê girêdayî mijarê ev sernav da “Serhildana Sen’ayê Îran matmayî hiştiye”

Rojnameyê diyar kir ku Fermandarê Hêzên Hûsiyan Ebdulmelek El-Hûsî şevê din di daxuyaniyekê de gotiye “ev ji bo welat xiyaneteke mezin e” û Koalîsyona Erebî jî helwesta hêzên ser bi Salih ve erênî pêşwazî kiriye da ku ji hêzên girêdayî Îranê ve xelas bibe.