Meşa ciwanan hetanî ku bigihêjin bajarê Qamişlo wê 6 rojan dirêj bike. Rojane wê 15 kîlometreyan li ser lingan bimeşin û di dawiya her rojekê de wê agir pê bixin.
Ji rêveberên Yekîtiya Ciwanên Rojava Ardar Kobanê bal kişand ku ev çalakiya hanê ji bo kiryarên dewleta dagirker a Tirkiyeyê bersiv e û got: “Wê ciwanên Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo kom bibin û di roja dawî de çalakiyekê organîze bikin.
Beriya ku meşa dirêj a ciwanan dest pê bike, endama Yekîtiya Xwendekaran Nîroz Hesen li ser navê YCR’ê daxuyaniyek xwend û tê de kirinên dewleta Tirk û tecrîda giran a li ser Ocalan bi tundî şermezar kir.
Ji herêma Serêkaniyê û Dêrikê jî di çarçoveya heman çalakiyê de ciwan ketine rê û berê xwe dane bajarê Qamişloyê.
Hersê meşên dirêj ên ciwanên Herêma Cizîrê wê di 27’ê mijdara 2017’an de li bajarê Qamişlo bigihjin hev.
(he)
ANHA