NÛREDÎN OMER
EFRÎN – 6 nîgarvanên ku cihê xwe di Yekîtiya Rewşenbîran a navçeya Bilbilê ya Efrînê de digirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêz kirin û diyarî saziyên sivîl û leşkerî kirin.
Li navçeya Bilbilê ya girêdayî herêma Raco ya kantona Efrînê Yekîtiya Rewşanbîran ji bo rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were diyarkirin, dest bi çalakiya konvedanê kiribû û çalakiyê 3 rojan berdewam kir.
Resmên şêwekaran yek ji rengê çalakiya konvedanê bû. Şêwekaran di tabloyên xwe azadiya Ocalan daxwaz dikirin.
Ji endamên Yekîtiya Rewşenbîran 6 nîgarvananan di 3 rojên çalakiyê de 7 wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêz kirin.
Wêneyên Ocalan ku hatine xêzkirin di rewşên asayî de hefteyekê didomin, lê şêwekaran hewldanên xwe kirin û di 3 rojan de 7 wêne xêz kirin.
Nîgarvan Erdal Ibrahîm diyar kir ku wan di van tabloyan de girêdana xwe bi Ocalan re aniye ziman.
Çalakiya konvedanê ya Yekîtiya Rewşenbîran ku 3 rojan berdewam kir duh bi daxuyaniyekê bi dawî bû.