حركة المجتمع الديمقراطي

Projeya Federal wekî çareseriya aloziyê hat dîtin

725

QAMIŞLO – Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Nezîra Gewriye gelên herêmê projeya Federaliya Bakurê Sûriyê wekî çareseriya aloziya Sûriyê, dîtin.QAM-NEZIRA-KURIYA ‫(181273089)‬ ‫‬

Meclîsa herêma Qamişlo li salona Sêran a taxa Qenas Siwês a bajarê Qamişlo li dar xist û girîngiya hilbijartinan, şîrove kir. Di civînê de Hevseroka Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hêva Erebo, bi dehan Endamên Meclîs û Komînan amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hêva Erebo axivî, diyar kir ku herêm di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û wiha domand: ″Gelên herêmê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, Sîstema Federal a li ser bingeha neteweya demokratîk û biratiya gelan hilbijartin″.QAM-NEZIRA-KURIYA ‫(181273092)‬ ‫‬

Her wiha Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Nezîra Gewriye jî diyar kir ku di 7 salên aloziyê de hemû dewletên mezin dikaribûn tu çareseriyekê peyda bikin. Nezîra wiha got: ″Gelên herêmê projeya Federal a ku xizmeta berjewendiyên wan dike, wekî çareseriya herî guncaw a aloziyê dîtin″.

Nezîra diyar kir ku projeya Federal bersiva dijminane û tolhildana ji şehîdan re ye.

Civîn bi pirs û nîqaşên derbarê hilbijartinan de, bi dawî bû.

QAM-NEZIRA-KURIYA ‫(181273090)‬ ‫‬ QAM-NEZIRA-KURIYA ‫(181273091)‬ ‫‬ QAM-NEZIRA-KURIYA ‫(181273093)‬ ‫‬ QAM-NEZIRA-KURIYA ‫(1)‬ ‫‬