حركة المجتمع الديمقراطي

′Rêveberiya Xweser a Şengalê, berhema têkoşîna 3 salane

647

 

DÊRIK – Berpirsên Rêveberiya Xweser a herêma Şengalê dane zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser berhema têkoşîna 3 salane û misogeriya parastina gelê Êzidî ji komkujiyane.

ANHA′yê nerînên berpirsên Rêveberiya Xweser ên Şengalê, derbarê vê projeyê girtin.

HACI HISEN

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hacî Hesen anî ziman ku ragihandina Rêveberiya Xweser li Şengalê, berhema têkoşîna 3 salane û wiha got: ″Dema ku çeteyên DAIŞ′ê êrîşî Şengalê kirin, PDK′ê îxanet bi gelê Êzidî re kirin û ew di nava pençên çeteyan de hiştin. Ragihandina Rêveberiya Xweser li Şengalê misogeriya parastina gelê Êzidî ji dubarebûna komkujiyane.

Hacî Hesen diyar kir ku armanca ji ragihandina Rêveberiya Xweser ew e ku gelê Êzidî di hemû qadên jiyanê de bi xwe herêma xwe birêve bibe  û wiha domand: ″Keç û xortên Êzidî bi  avakirina hêzeke leşkerî dikarin herêma xwe biparêzin bêyî ku pêdiviya wan bi hêzên derve hebe.″

Hesen bang li hemû gelê Êzidî yên ku koçber bûne kir ku vegerin warê xwe û beşdarî avakirina Şengaleke nû bibin.

ADUL ELI

Hevseroka Meclîsa bajaroka Xanesorê Edûl Elî jî da zanîn ku ragihandina Rêveberiya Xweser gaveke dîrokî ber bi avakirina Şengaleke azad û nû ve ye.

Edûl bal kişand ser  rola jinê di xebatên Rêveberiya Xweser de û wiha axivî: ″Ji ber sîstemên desthilatdar (taybet sîstema PDK′ê) rola jina Êzidî di civakê de tune bû. Niha bi ragihandina Rêveberiya Xweser re, êdî jina Êzidî beşdarî xebatên siyasî, dîplomasî û leşkerî dibin û cihê xwe di rêvebirina saziyên civakê de digirin.″

Edûl şehîdên azadiyê yên ku ji bo rizgarkirina bi hezaran gelê Êzidî canê xwe feda kirin bi bîr anî û got ku bi saya xwîna van têkoşeran gelek destkeftî hatin bidestxistin.

Edûl di berdewama axaftina xwe bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya ku herêm têre derbas dibe û bang li gelê Êzidî kir ku piştîgiriya vê projeyê bikin, da çarenûsa xwe diyar bikin.

MURAD NIMIR

Her wiha Hevserokê Meclîsa kampa Zerdeşt, Murad Nemir jî destnîşan kir ku gelê Êzidî piştî komkujiyê têgihişt ku rêxistinkirin û perwerde bingeha avakirina civakê ne û wiha got: ″Di dîrokê de gelê Êzidî rastî gelek komkujî û siyasetên qirkirinê hatine û her dem dibûn qurbanên siyasetên dîktator. Bi riya projeya Rêveberiya Xweser gelê Êzidî dikare xwe birêxistin bike û Şengalê birêve bibe.″