حركة المجتمع الديمقراطي

Tevî nexweşiyê, heta hinasên dawî gelê xwe parast

794

EFRÎN – Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Mihemed ku heta hinasên dawî gelê xwe diparast, oxir kirin.EFRIN-OXERKIRINA-SESID-MEHEMED ‫(190710273)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avirîn a Kantona Efrînê kom bûn, alên Hêzên Asayîşê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdan û Rêbertiyê hildan.

Girseya gel cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Mihemed ku 25′ê Tebaxê di encama nexweşiya penceşêrê de şehîd bûye wergirtin, ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Serokê Desteya Hundirîn Hesen Beyrem, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Efrînê Egîd Cefer û Seroka Desteya Kar û Barên Civakî Erîfe Bekir, axivîn.EFRIN-OXERKIRINA-SESID-MEHEMED ‫(190710274)‬ ‫‬

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hat zanîn ku têkoşer Mihemed ji destpêka şoreşa Rojava ve, beşdarî qadên berxwedanê bû û heta hinasên dawî welatê xwe diparast.

Her wiha bang li welatiyên herêmê kirin ku beşdarî hilbijartinên Komînan bibin, nûnerên xwe hilbijêrin, da xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û armancên wan pêk bînin.

Di dawiyê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.

(

EFRIN-OXERKIRINA-SESID-MEHEMED ‫(190710275)‬ ‫‬ EFRIN-OXERKIRINA-SESID-MEHEMED ‫(190710276)‬ ‫‬ EFRIN-OXERKIRINA-SESID-MEHEMED ‫(190710277)‬ ‫‬ EFRIN-OXERKIRINA-SESID-MEHEMED ‫(1)‬ ‫‬