حركة المجتمع الديمقراطي

Erkên buroya jinê ya MSD′ê hatin şîrovekirin

982

ŞAHBA – Buroya Jinê ya MSD′ê erkên buroyê ku di rêziknameya hundirîn a Meclîsê de, ji  jinên Kantona Şahba ya girêdayî herêma Federal a Efrînê re şîrove kir.SEHBA-DANASINA-ERKE-BIROYA-JIN-YA-MSD ‫(1)‬

Civîn di Mala Jinê ya li navçeya Kefer Naya hat lidarxistin. Destpêkê deqeyek rêz hat girtin, paşê rêziknameya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) hat xwendin û ji aliyê Endama Rêveber a Buroya Jinê ya MSD′ê Henen Mihemed ve hat şîrovekirin.

Henan da xuyakirin ku armanca ji avakirina buroyeke taybet a jinê di nava MSD′ê de, pêşengiya jinê di qada siyasî de nîşan dide.

Henan diyar kir ku MSD′ê di vê demê de li ser asta siyasî xebatên girîng dane meşandin û wiha got: ″Bi saya vê xebatê, hemû pirsgirêk û astengiyên ji hemû aliyên jiyanê ve li pêşiya jinê derdiketin çareser kir.

Henan di berdewama axaftina xwe de li ser rêziknameya hundirîn a Meclîsê axivî  û erkên jinê, darazên giştî, bedena rêxistinî ya MSD′ê, erkên Endamtiyê, mîkanîzmeya xebatên Meclîsê û prensîpên wê, şîrove kirin.

Henan, erk û xebatên buroya jinê wiha vegotin: ″Beşdarkirina jinê di girtina biryarê de û aktîfkirina rola wê di tevahî qadên siyasî, civakî û aborî de, xebatên ji bo tevlêbûna jinên tevahî gelê Sûriyê di nava Meclîsê de, pêkanîna têkîliyan bi tevahî rêxistinên jin ên li hundir û li derve re, xebatên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û şerê hişmendiya baviksalariyê.″

Henan destnîşan kir ku MSD′projeyeke siyasî niştimanî ya demokratîk a Sûrî ye. Ji bo tevlêbûna tevahî pêkhateyên civakê û aliyên siyasî di vê pêvajoyê de tev digere, da berpirsyariyên xwe yên xelaskirina welat ji trajediya bi êş pêk bînin û daxwazên gelê xwe yên guhertinê û avakirina sîstmeke demokratîk wek alternatîf, bi cih bînin.

Di dawiya civînê de, jinên beşdar rola jinê di civakê de û girîngiya rizgariya ji qeydên li ser jinê hatine ferzkirin, nîqaş kirin. Her wiha jinan diyar kirin ku ew ê xebatên xwe bidomînin, da urf û adetên ku li ser wan hatine ferzkirin ji holê rakin.