حركة المجتمع الديمقراطي

Hin biryarên sînordarkirina karkirina zarokan

693

QAMIŞO –Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê bi hevkariya hin desteyan û ji bo rê li ber bikaranîna zarokan bê girtin, hin biryar derxistin.

Komîteya Kedkaran bi nûnerên Desteyên Jin, Tendirustî, Perwerde, Karûbarên Civakî û Buroya rêxstinên mirovahî yên li Herêma Cizîrê re civiya. Civîn li navenda Jinê ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo çêbû û tê de mijarên li ser bikaranîna zarokan û sedemên wê ji feqîrtî û nezaniyan hatin nîqaşkirin.

Komîteya Kedkaran 2 mehan ser hev 9 herêm û bajarên Kantonê lêkolîn pêk anîn. Lêkolîna Komîteyê li bjarên Dêrîk, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Qamişlo, Derbêsiyê, Til Temir û Til Koçer, Amûda û Hesekê hate çêkirin. Lêkolîn ji zarokên ku di karên cûda de kar dikin re hate çêkirin. Lêkolîn li ser 546 zarokên ku temenên wan di navbera 7-17 salî û asta wan a xwendinê cûda re hate çêkirin.

Di civînê de nîqaş li ser çareseriya vê mijarê û ev biryar hatin standin :

1- Dest bi hemleya ragihandinê were kirin, teşwîqkirina xwendinê, divê ku xwendin pêk were û di bin berpirsyariyê.

2-Rewşên feqîrtî û dayîna alîkariya madî û derfeta kar ji wan re were dîtin.

3-Navendên girêdayî desteya ciwanan werin xurtkirin.

4-semîner ji malbatan û xwediyên kar re were lidarxisitn,her wiha belavok û birûşûr di vê darberê de bi alîkariya desteyên têkildar e werin amadekirin.

5-Parên xwarinê û pêdiviyên xwendinê ji malbatên feqîran re werin belav kirin

6-Qanûnên ku Rêveberiya Xwesriya Demokartîk ya qedexekirina bikaranîna zarokan di karan de bikeve meriyetê.