حركة المجتمع الديمقراطي

Jinên Eyn Îsa yekemîn navenda xwe vekirin

770

EYN ÎSA – Jinên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî ya Herêma Firatê Mala Jinê, bi şahiyekê vekirin.REQQA-VEKIRINA-MALA-JINE-LI-EYN-ISSA ‫(141427203)‬ ‫‬

Cihê  şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên azadiyê û alên saziyên jinan, hatibû xemlandin. Di şahiyê de bi dehan jinên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê amade bûn.

Şahî bi bîranîna hemû cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, Endama Meclîsa Sivîl a Reqayê Dilar Reqa axivî û vekirina navenda jinê li hemû jinan, dayîkên şehîdan û şervanên YPJ`ê pîroz kir.

Endama Mala Jin a gundê El-Hîşe Kefa Ebûd jî axivî û  got ku ew îro Mala Jinê li Eyn Îsa vedikin, wê  siba li bajarê Reqayê jî vebikin. Kefa sembola jinên azad û berxwedêr Hena Seqir bi bîr anî.REQQA-VEKIRINA-MALA-JINE-LI-EYN-ISSA ‫(141427207)‬ ‫‬

Her wiha bi navê Mala Jin a bajarê Tebqayê jî Asya Umer axivî û rola jina Kurd di rizgarkirina jina Ereb de anî ziman û wiha dewam kir:”Jin Kurd û taybet şervanên YPJ`ê ji bo rizgarkirina jina Ereb ji zulmê gelek têkoşîn meşand. Bi vê boneyê em spasiya hemû  jinên Kurd dikin”.

Her  wiha di şahiya  vekirinê de, axaftin ji aliyê saziyên din  ên jinan jî hate kirin.

Şahî bi vekirin deriyê navendê û dûrişmeyên silavkirina têkoşîna jinê bi dawî bû.

(kc)

ANHA