حركة المجتمع الديمقراطي

Minbicê bi merasîmeke heybet 5 şehîdên xwe oxir kirin

710

MINBIC – Bi sedan gelên Minbicê cenazeyê 5 şervanên xwe ku di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne,  oxir kirin. Di merasîma girseyî ya şehîdan de endam û rêveberên saziyên sivîl û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê amade, bûn.MINBIC-MERASIME-SEHIDA ‫(230031873)‬ ‫‬

Bi sedan gelên bajarê Minbicê li pêşiya Nexweşxaneya El-Firat kom bûn û cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Elî Îbrahîm El-Elî (Elî El-Şemalî), Elî Ehmed , Şihade Xidir El-Mûsa , Fehid Humsî El-Îbrahîm û Mihemed Îbrfahîm El-Cumaa, wergirtin.

Girseya gel piştî ku cenazeyên şehîdan wergirtin, bi karwanekî tirimbêlan ku bi wêneyên şehîdan û gurzên gulan hatibû xemilandin, ber bi goristana şehîdan ve ketin rê. Şêniyan wêneyên şehîdan û ala Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rakiribûn.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Fatûq El- Maşî û Hevserokê Meclîsa Rêvber Zeyneb Qenber û Cîgira wan Cemîle Ehmed, Hevserokatiya Komîteya Parastinê Ednan Ebû Emced  û Newaf Silêman, Cîgira Hevserokatiya Komîtaya Hundirîn Ferîde Xelîl Lalo û Fermandara Komîteya Hêzên Ewlehiya Hundirîn Eylem Cerkes û dehan endam û rêveberên saziyên sivîl û leşkerî di merasîmê de, amade bûn.MINBIC-MERASIME-SEHIDA ‫(230031877)‬ ‫‬

Li goristanê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê cenazeyê şehîdan rakirin ser milan û di nava durişmeyên dilsoziya bi şerhîdan re danîn ser dika goristanê.

Merasîma oxirkirinê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve dest pê kir. Paşê gelek axaftin hatin kirin. li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Xelef El-Cesim, li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Hevserokê Komîteya Têkliyên Derve Elî El-Cemîkî û li ser navê malbata şehîd Fehid Îbrahîm xizmê malbatê Mihemed Cehîm, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û destnşan kirin dê heta rizgarkirina tevahî gelên Bakurê Sûriyê ji çeteyan,  rêya şehîdan bişopînin.

Di dawiya merasîmê de, Saziya Malbatên Şehîdan belgenameya şehadeta her 5 şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Şervanan cenazeyê şehîdan rakirin û di nava tilîliyên dayikan û dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.