DIRBÊSIYÊ – Bi sedan şêniyên Herêma Dirbêsiyê û Serêkaniyê yên Kantona Hesekê, têkoşer Egîd û Çekdem ku di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî oxir, kirin.
Ji bo wergirtina cenazeyên şervanên YPG`ê Îbrahîm Mehmûd (Egîd Kobanê) û Mehmûd Mehmûd (Çekdem) ku di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, gel li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Dirbêsiyê kom bûn.
Gel ku wêneyên her du şehîdan rakiribûn, piştî her du cenaze weregirtin bi kerwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya girêdayî Herêma Dirbêsiyê ya Herêma Cizîrê. Di rê de, bê navber gel dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana YPG û QSD`ê, beriz dikirin.
Li goristanê hevreyên şehîdan, toraneke leşkerî lidar xistin. Paşê, di merasîmê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hindiye Bekir axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.
Ji Fermandarên YPJ`ê Dilbirîn Kobanê axivî û sersaxî ji malbat û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwest. Dilbirîn da zanîn ku şervanên YPG û YPJ`ê ji bo gel û axa xwe xwîna xwe didin û soza şopandina rêya wan nû kir.
Xwişka şehîd Egîd Kobanê ku şervana YPJ`ê ye, Tekoşer Kobanê axivî û soza şopandina rêya bira û şehîdên şoreş da.
Piştî ku malbatan wesîqeta şehîdan wergirtina, cenazeyê her du şehîdan bi dûrişmeyên şehîd namirin hatin, oxirkirin.
(kc)
ANHA