حركة المجتمع الديمقراطي

Meclisa nû ya TEV-DEM`ê yekemîn civîna xwe li dar xist

2,018

Piştî kongreya sêyemîn, meclisa nû ya TEV-DEM`ê ya nû civîna xwe ya yekemîn li dar xist.

Civîna ku li bajarokê Rimêlan a herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo hate organîzekirin, hevserokên Desteya Rêveber ên TEV-DEM`ê Zelal Ceger û Xerîb Hiso û endamên meclisa nû yên TEV-DEM`ê ku di kongreya sêyemîn de hatin hilbijartin, beşdarî civînê bûn.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir, piştre Xerîb Hiso xêrhatina beşdaran kir.

Civîn ji çapemenî re girtî dewam dike. Li gorî çavkaniyên ji hundirê civînê, dê nîqaş li ser karê tevgerê û nexşerêya xebatên pêşerojê werin kirin. Her wiha dê koordînasyona meclisê ku ji 18 endaman pêk tê, were hilbijartin.

Duh Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongreya xwe ya sêyemîn bi beşdarbûna 500 delegeyan li dar xist.