حركة المجتمع الديمقراطي

Tirkiye destdirêjiya xwe li ser xwezaya Kurdistanê didomîne

1,846

Tariq Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di aliyê leşkerî de nikaribû vîna gelê Kurd bişikîne û ji ber vê yekê bi rêbazên herî qirêjî destdirêjiyê li xwezaya Kurdistanê dike û wiha got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji tunekirina xwezayê ew e ku gelê Kurd ji axa xwe dûr bixe û bajarên Kurdan vala bike.”

Endamê Komîteya Ekolojiyê ya Kantona Qamişlo Tariq Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkayên qirêjî êrîşî xwezaya Kurdistanê dike û bi sedan salan e li dijî xwezaya Kurdistanê tev digere da ku gelên heremê koçber bike, gund û bajaran vala bike. Tariq got ku li hemberî wan polîtîkayên dewleta Tirk bêdengiyeke hêzên navneteweyî heye û ev tê wateya ku ew di van destdirêjiyan de hevkar in.

Welatiyên Bakur di vemirandina şewatê de rastî astengiyan tên

Dewleta Tirk a dagirker agir bi daristanên Dêrsim, Mêrdîn, Colemêrg, Şirnex, Amed û Çewlikê yên giredayî Bakurê Kurdistanê dixe û dişewitîne. Dewleta Tirk bi hincetên parastina ewlehî û operasyonên leşkerî destdirêjiyê li xwezaya Kurdistanê dike. Ji ber van polîtîkayan salane daristanên herêmê tên şewitandin. Di encama şewitandina daristanan de xwezaya Kurdistanê têk diçe.

Welatiyên van herêman ku xwest destwerdana xwe bikin û agir vemirînin, rastî astengiyan tên. Welatiyên herêmê diyar kir ku giştî şewatên li van herêman rû dane ji ber guleyên leşkeran in.

Tevî van şewatên mezin li van daristanan heta niha saziyên têkildar ên dewleta Tirk û alavên wan ên vemirandinê destwerdana van şewatan nekiriye û ev yek jî tê wateya ku hewl didin van herêman ji welatiyan vala bikin.

Tirkiye heman siyasetê li Başûr jî didomîne

Dewleta Tirk a dagiker êrîşên xwe li dijî başûrê Kurdistanê didomîne û di van êrîşên xwe de gelek dever û daristan şewitandin. Deverên ku dewleta Tirk îsal li Başûr şewitandine ev in: “Deşta Kafya, gundê Gezê yê giredayî çiyayê Garê, Zergelê, Kozînê, Sûredê, Bukriskyan yên giredayî çiyayên Qendîlê, Dola, Biradost yên giredayî Metîna”.

Tirkiye bi hovîtî destdirêjiyê li xwezaya Efrînê dike

Li rojavayê Kurdistanê jî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji dema ku herêma Efrînê dagir kirine ve destdirêjiya xwe li dijî xwezayê didomînin. Artêşa Tirk bi hezaran darên zeytûnan ji axê hilkirin û gelek daristanên herêmê şewitandin. Dewleta Tirk bi van destdirêjî, talan û kuştina welatiyên sivîl ên Efrînê hewl dide guhertina demografîk li herêmê pêk bîne û herêmê ji Kurdan vala bike. Artêşa Tirk û çeteyên wê wekî mînak daristanên gundê Hec Hesna, Çiyayê Hawar û çiyayê Meydankê û gelek deverên din şewitandin û hê jî gelek deveran dişewitîne.

Tirkiye êdî şerê xwezaya Kurdistanê dike

Girêdayî van destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî xwezaya Kurdistanê endamê Komîteya Ekolojiyê ya Kantona Qamişlo Tariq Mihemed ji ajansa me ANHA’yê re axivî û wiha got: “Yek ji taybetmendiyên gelê Kurd ew e ku girêdayî xwezayê ye û dewleta Tirk vê girêdanê baş nas dike û bi sedan salan e êrîşî xwezaya Kurdistanê dike û hewl dide gelê Kurdistanê ji xwezaya wê dûr bixe. Dewleta Tirk a dagirker di hemû aliyên fikrî, aborî, leşkerî û xwezayî de dijberiya gelê Kurd dike.  Dewleta Tirk ku di milê leşkerî de nikaribû vîna gelê Kurd bişikîne, êdî rasterast destdirêjiyê li xwezaya Kurdistanê dike da ku Kurdan koçber bike.”

Tariq di berdewama axaftina xwe de got ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji destdirêjiya li dijî xwezayê  ew e ku gelê Kurd ji axa wê dûr bixe û bajaran vala bike û wiha pê de çû: “Ev destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî xwezayê, destdirêjiya li dijî mirovahiyê ye. Eger xweza were tunekirin bê guman jiyana heyî jî tune dibe. Metirsiyên ji ber van destdirêjiyên li dijî xwezayê ne tenê li dijî mirovan in lê belê li dijî sewal, lawir, mirov û giştî zindiyan in. Bila dewleta Tirk baş bizane ku dema darekê dişewitîne, em ê li şûna wê hezar darên din biçînin.”

Endamê Komîteya Ekolojiyê ya Kantona Qamişlo Tariq Mihemed di dawiya axaftina xwe de got ku bêdengiya dewletên navneteweyî li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê tê weteya ku ew jî di van siyasetên Tirkiyeyê de hevkar in û bi tundî şermezar kir û bang li hemû dilxwazên xwezayê kir ku li hemberî destdirêjiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî xwezayî ye bê deng nemînin.