حركة المجتمع الديمقراطي

Pekoz: Dê Kurd hevsengiya Sûriyeyê diyar bikin

621

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz diyar ku Tirkiye dê di demên pêş de ji mecbûrî ji Bab û Efrînê vekişe û wiha got: “Şerê Sûriyeyê dê li Idlibê bi dawî bibe û piştre jî dê pêvajoya siyasî dest pê bike.”

Zanyarê siyasetê û pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz têkildarî tevliheviya şer a li bakurê Sûriyeyê ji serwîsa tirkî ya ajansa me re axivî. Pekoz destnîşan kir ku Tirkiye li herêmê di polîtîkayên xwe yên xeyalên Osmanî de têk çûye, lê dîsa jî hewl dide van stratejiyên şaş bidomîne.

Pekoz bal kişand ser pirsgirêka di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ya Pastor Brunson û diyar kir ku Brunson ji bo Amerîkayê girîng e, ji ber ku endamekî evanjelîstan e û 20 sal e li Tirkiyeyê xebatên mîsyoneriyê û her wiha yên îstixabaratê dimeşîne. Pekoz angaşt kir ku Brunson di birêvebirina tevgera evanjelîst de li Rojhilata Navîn bi roleke girîng radibe, lewma jî ji bo polîtîkaya derve ya Amerîkayê şexsekî ne ji rêzê ye. Pekoz diyar kir ku CIA li gelek deveran faaliyetên xwe bi tevgera evanjelîst re bi rê ve dibe, ev tevger ne bi tenê tevgereke olî ye, her wiha aliyê xwe yê diyarkirin û birêxistinkirina polîtîkaya derve ya Amerîkayê jî heye û Brunson jî ji bo CIA’yê ji sîxurekî wêdetir kesekî girîng e. Pekoz destnîşan kir ku Enqere dixwaze polîtîkaya Amerîkayê ya Sûriyeyê bê bandor bike lê belê heke statuya heyî ya Rojava biguhere dê bandoreke neyînî li stratejiya Amerîkayê ya Rojhilata Navîn bike, lewre Washington dê nehêle Enqere Rojava ji hêla polîtîk û leşkerî de were bêîstîkrarkirin.

Mustafa Pekoz îşaret pê kir ku berdana Brunson dê zêde bandoreke erênî li polîtîkaya Amerîkayê ya Tirkiyeyê neke. Pekoz diyar kir ku Amerîka dixwaze garantiyekê ji xwe re çêke lê rêveberiya Erdogan naxwaze Îran-Rûsya-Çînê ji xwe re bike dijber û li dijî Amerîkayê bi awayekî aşkera helwest nîşan da.

Pekoz diyar kir ku zêde tiştek nemaye ku Enqere bikare li Sûriyeyê bike û wiha pê de çû: “Dê di demeke nêzîk de bang li Tirkiyeyê bê kirin ku ji Bab û Efrînê derkeve. Nûnerê taybet ê Pûtîn ê Sûriyeyê got “Sebra Rûsyayê namaye. Li hemberî cîhadîstên El-Nusrayê şer bidin destpêkirin, wan ji Idlibê derxin an jî Rûsya dê bi hêzên Esad re dest bi êrîşê bike.” Tişta ku xuya dike Enqere dê guh nede vê bangê û li Idlibê dê şerekî mezin di van rojan de dest pê bike.”

Şerê li Idlibê

Pekoz îşaret pê kir ku dê li Idlibê şerekî berfireh çêbe û wiha berdewam kir: “Heke em li daneyên îro binêrin, êdî şerê Idlibê dest pê kiriye. Di dawiya meha Tebaxê de hêzên Rûsya-Sûriyeyê û bi qismî be jî Îran dê dest bi operasyona Idlibê bikin. Li vê herêmê bi deh hezaran cîhadîst hene. Di serî dê teslîmbûna wan dê were xwestin. Heke ev yek çênebû jî dê di ser Efrînê re berê wan bidin Babê yan jî bihêlin berê xwe bidin Tirkiyeyê. Heke ev îhtîmal pêk nehatin dê li Idlibê şerekî pir mezin rû bide. Pozîsyona niha li Idlibê heyî, berdewam nake.”

Têkildarî rewşa Efrîn, Idlib, Cerablus û Babê jî Pekoz ev tespît kirin: “Şerê Idlibê dê bandora xwe li hevsengiyên li Efrîn û Babê jî bike. Di vir de armanc ew e ku cîhadîstên li wê derê di ser Efrînê re ber bi Babê ve biçin, Rûsya destekê dide vê yekê. Hewl didin di ser Babê re êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin. Dema ku ev yek kirin dê li herêmê her wiha êrîşî hebûna Amerîka û Fransayê jî bikin û li van deran tevliheviyê derxin. Rûsya ji rêxistinên cîhadîst re dibêje ‘Minbicê hildin, li wê derê mayînde bibin’. Serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê têkildarî operasyona Idlibê ye û ji Tirkiyeyê hate xwestin ku Efrînê teslîmî hêzên rêjîmê bike û xwe ji Efrînê vekişîne. Heke QSD li vê deverê pêngavên berbiçav biavêje, dema ku hêzên navdewletî û yên herêmî li ser maseyê rûniştin dê hêza Kurdan û her wiha ya muxalefeta demokratîk xurt be.”

Di hevsengiyên Sûriyeyê de rola Kurdan

Mustafa Pekoz destnîşan kir ku Amerîka û Rûsya li Sûriyeyê mayînde ne, piştî ku DAIŞ were qedandin ji Sûriyeyê dernakevin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Bi îhtîmaleke mezin dê di destûra nû de ku ji hêla Rûsya-Amerîkayê ve dê were nivîsandin, 2 herêmên federatîf dê cih bigirin. Di hevdîtina Pûtîn-Trump de sînor bi awayekî giştî hatin diyarkirin. Amerîka dê baregehên xwe yên leşkerî yên li Rojava biparêze. Ango êdî dê hevsengiya Sûriyeyê Kurd diyar bikin. Li Rojhilata Navîn her tim dibe ku surprîz çêbin, tu tişt mutleq nîn e.”