حركة المجتمع الديمقراطي

Şêniyên Qamişlo salvegera 15‘ê Tebaxê pîroz kirin

721

Bi sedan şêniyên herêma Qamişlo bi dirûşmeya ” Bi rihê 15‘ê Tebaxê em ê şerê gelê şoreşgerî bilind bikin ku bi Rêber APO re bi azadî bijîn” salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê pîroz kirin.

Bi armanca pîrozbahiya salvegera 15‘ê Tebaxê, bi sedan şêniyên herêma Qamişlo ji 7 heya 70 salî saet 17:00‘an de li Çerxeriya Osman Sebirî ya taxa Xerbî kom bûm û dest bi meşê kirin.

Ji bo parastina ewlehiya çalakvanan, Hêzên Asayîşê, Hawarî, HPC/HPC-JIN, Zabita û Trafîk tedbîr girtin. Her wiha ji bo rewşên tendûristî jî Heyva Kurd a Sor li meşê amade bû.

Di meşê de, Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandar Egît, cangoriyên azadiyê û pankartên” Jin wê bi rihê 15‘ê Tebaxê şoreşa Rojava ser bixe” hatin hildan û bi berizkirina dirûşmeyên “Be serok jiyan nabe, bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok, ji tecrîde re êdî bes e” berê xwe dan stada 12‘ê Adarê.

Li wir meş xwe veguherî mîtîngê .

Bexwedana Efrînê mîrateya 15‘ê Tebaxê ye

Mitîng bi deqeyêk rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Kongreya Star Mizgîn Ehmed axivî û 15‘ê Tebaxê li Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû kesên amade pîroz kir û got:“Pengava 15‘ê Tebaxê berxwedan û têkoşîna gelên Rojhilata Navîn zindî kir. Rihê 15‘ê Tebaxê li dijî hemû hêzên dagirker û faşist ku li ser gelan tûnekirin, qirkirin, qetlîam ferz dikir roja bersivdayînê bû. Êdî kes nikarê hebûna gele Kurd red bike. Du mehan zêdetir Efrîn li ber xwe da û hejî li ber xwe dide. Li ber çavên hemû cîhanê êrîşên hovanê hat kirin. Bexwedana Efrînê mîrateya 15‘ê Tebaxê ye. Bi zindîbûna riha 15‘ê Tebaxê em ê çar parçeyên Kurdistanê azad bikin û tecrdta li ser Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin.”

Li ser navê Revêberiya Xweseriya Demokratîk Ekrem Tello jî 15‘ê Tebaxê li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got “Bi pengava roja vejînê re em ê berxwedana xwe xurtit bikin.”