حركة المجتمع الديمقراطي

Lavrov “kêmkirina şer” El-Nusra di nav xwe de nagire

601

Sergie Lovrov di kongreya çapemeniyê de li gel Mevlut Çavûşoglû diyar kir ku “herêmên kêmkirina şer” Cebhet El-Nusra di nav xwe de nagire. Mevlut jî li xwe nukir hat ku hêzên wî li Idlibê hene.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergie Lavrov di kongreyeke çapemeniyê hevpar de li gel hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re ku li Enqerayê pêk hatibû diyar kir ku welatê wî Moskow hewl dide bi “Opozisyona Sûriyeyê” ya li dijî terorê re bibe hevkar û got ku “Îtîfaqa hêmên bê şer li Idlibê komên terorîst mîna‘Cebhat El-Nusra” di nav xwe de nagire.”

Lavrov anî ziman ku “Nusra” kiryarên dijber dike û balafirên bê mirov dişîne li ser Himêmîm” û destnîşan kir ku ” Mafê Artêşa Sûriyeyê heye ku li gorî qanûnên Konseya Ewelakariyê ya navdewletî hemû deyardeya terorê tune bike.”

Lavrof her wiha tekez kir ku welatên rojavayê û DYA‘yê xwesteka wan a binkeftina Astanayê heye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re jî ji aliyê xwe ve got, “Me mijara herêmên kêmkirina şer li Idlibê gotûbêj kir, bi hêvî me ku em bighêjin çareseriyekê.”

Çavûşoglû îşaret bi Heyet Tehrîr El-Şam kir û got, “Zehmet girantiya ewelehiyê pêk were li gel hebûna terorîstan.” Çavûşoglû di nava gotinên xwe de diyar kir ku li Idlibê 12 nuqteyên çavdiriyê hene ji bo şopandina agirbestê.”

Serdana Lavrov a ji bo Enqerayê di çarçoveya amadekariyên civîna sê alî de ya Rusya, Tirkiyê, Almanya û Fransayê ku dê 7‘ê mehê li Stenbolê were li darxistin, pêk hat.