حركة المجتمع الديمقراطي

Çete bi desteka balafirên keşfê yên Tirk girtin ser Şêrawa

676

Çeteyên Koma Furqet El-Hemzat a girêdayî artêşa tirk a dagirker bi hevkariya balafirên keşfê yên biçûk ên girêdayî artêşa tirk a dagirkerin girtin ser gundên navçeya Şêrawa ya kanatonê Efrînê û gelek kes revandin.

Çavkaniyekî ji navçeya Şêrawa diyar kir ku arêtşa tirk a dagirker û çeteyên koma “Furqet El-Hemzat” girtin ser gundên Burc Ebdo ê navçeya Şêrawayê û gelek sivîl revandin.

Çavakî diyar kir ku çeteyan li gel bi dehan erebeyên leşkerî girtin ser gund û balafirên keşfê yê girêdayî dewleta Tirk bi kar di anîn da ku tevgera şêniyan bişopînin û nehêlin kes ji gund derkeve.

Li gorî heman çavkaniyê kesên hatin revandin, “Xalid Mihemed Qeys, Kamîran Mihemed Qeys û Mihemed Reşîd Zeyno ”

Çeteyên heman komê duh jî girtin ser  gundê Burc Heyder û 25 kes revandin, her wiha telefonên wan ên destan birin.

Çavkaniyekî ji gundê Burc Heyder destnîşan kir ku çeteyan kesên ku revnadine di bin êşkence û lêdanê de birin cihekî ne diyar.