حركة المجتمع الديمقراطي

Nexşeya Dewleta Osmanî li Cerablusê hate dîtin!

685

Li bajarê Cerablusê yê bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê artêşa tirk ve hatiye dagirkirin, nexşeya Împaratoriya Osmanî hate dîtin. Gelo sedema vê yekê çi ye, li gel ku dewleta tirk hewldana zindîkirina xewna osmanî red dike?

Împaratoriya Osmanî 400 salan li Rojhilata Navîn hikum kir. Niha jî bermahiyên wan hewl didin bi rêya aloziyan di nav de Sûriyeyê de, xewna xwe ya zindîkirina serdema osmanî vegerînin.

Împratoriya Osmanî di dawiya sedsalên navîn de li sînorê cîhana îslamî, hin welatên Ewropayê û Asayaya Jêrîn derket. Her wiha dest danî ser welatên Belkan û Yewnanistanê. Di salên 1516 – 1517’an de Sûriye, Misr, Filistîn, piraniya Mecaristan, Iraq, Erebistana Siûdî, bakurê Afrîkayê, giravên Deryaya Spî dagir kirin. Zêdegaviyên osmaniyan di sala 1683’yan de piştî Viyanayê rawestiyan.

Împratoriya Osmanî li deverên ku dagir kiribûn, nemaze li welatên ereban komkujî pêk anîn. Di 6‘ê Gulana 1916‘an de Cemal Paşa Sefah hejmarek rewşenbîrên Sûriyeyê û Lubnanê darve kirin (Cejna Şehîdan).

Împratoriya Osmanî di dawiya sedsala 19‘an de di encama Peymana Lozanê de ber bi têkçûnê ve çû, bermahiyên osmaniyan jî dewleta Tirkiye ava kir.

Destwerdana Tirkiyê li Sûriyeyê

Piştî ketina Împratoriya Osmanî, Dewleta Tirkiye hewl dide serdema kalepîrên xwe ji nû ve zindî bike. Bi destpêka şoreşa Sûriyeyê re di 2011‘an de dest li Sûriyeyê werda.

Dewleta tirk 24‘ê Tebaxa 2016‘an bajarê Cerablusê yê dikeve bakurê Helebê, dagir kir. Piştî 4 mehan jî Bab û Ezaz jî dagir kirin, di navbera wê û çeteyên DAIŞ‘ê de wergirtin û radestkirina herêman pêk hatin. Armanca dewleta tirk ji radestkirin û wergirtina bi çeteyan re ew bû ku derbasî Reqayê bibe ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibû dagirkirin.

Di heman demê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bajarê Minbicê yê li beramberî Cerablusê rizgar kir, Tirkiyeyê ev yek wek kelemeke li pêşiya xwe dît.

Dewleta tirk dibîne ku gava yekem a ku xeyala zindîkirina osmanî bi cih bîne, ew ku herêmên di navbera Heleb, Mûsil û Kerkûkê de bigire. Li ser vê yekê bi israr ji Amerîka û Rûsyayê xwest biçin Reqayê, lê pêşketinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gelek herêman li hemberî DAIŞ‘ê jê re dibûn asteng.

Dagirkirina Reqa ji aliyê Tirkiyeyê ve, ne li gorî berjewendiyên Amerîka û Rûsyayê bû. Mebesta Tirkiyeyê û komên ku xwestekên Tirkiyeyê di herêmê de pêk bînin, lê ev xwestek ji ailyê Rûsyayê ve nayê qebûlkirin. Li aliyekî din jî Amerîkayê QSD wekî hevalbend dît ku dikare xwe bispêre wê, her wiha Amerîka destekdayîn ji hin komên çete yên fermanên Tirkiyeyê pêk dianîn, qut kir.

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê di dawiya sala 2016‘an de pêngava rizgarkirina Reqayê da destpêkirin û di 21‘ê cotmeha 2017‘an de bi dawî kir. Bi vê yekê êdî xewn û hêviyên Tirkiyeyê kêm bûn.

Zêdegaviyên Tirkiyê li başûrê Kurdistanê

Zêdegaviyên dewleta tirk û çavbirçîbûna li Sûriyeyê sînordar nema, lê belê berê xwe da başûrê Kurdistanê. Hewldanên wê yên dagirkirina Başûr hîn jî berdewam in.

Li vir dewleta tirk şerê PKK‘ê dike hincet. Piraniya çavdêran dibînin ku armancên Tirkiyeyê tiştên din in, diyar e ku Mûsil û Kerkûk e.

Îdiayên derew

Di demekê de ku Tirkiye dibêje ku hewl nade xewna împratroya osmanî vegerîne û îdia dike ku ew xêrê ji gelê Sûriyeyê re dixwaze , lê mijareke balkêş derdikeve, ew ku nexşeya Împratoriya Osmanî li Cerablusê çi dike?

Ev gelek aliyên xwe hene ku divê bên analîzkirin, bêguman dewleta tirk hewl dide serdema osmanî zindî bike, ji bo xewna xwe bi cih bîne, komên çete yên li Sûriyeyê bi kar tîne.

Di wêneyekê de ku rojnamevanekî televîzyona TRT a tirkî ji çeteyekî dagirkeriya Tirkiyeyê kişandiya di dema hevpeyvînê de, ala “şoreşa Sûriyeyê” li ser mile wî. Wêne li bajarê Cerablus ê Sûriyeyê hatiye kişandin. Diyar e ku Cerablus, Bab û Ezaz ku al, sembol û nexşeya osmanî lê hate dîtin, bûne herêmên tirkî.