حركة المجتمع الديمقراطي

Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan li Rojava hate vekirin

582

Îro li bajarê Qamişlo bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê duyemîn pêşangeha pirtûkan bi dirûşma “Em bi xwendinê zindî dibin” hate vekirin.

Pêşangeh li Salona Zana ya bajarê Qamişlo hate vekirin. Gelek rewşenbîr, nivîskar, şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mizgîn Ehmed, berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd, şervanên YPJ/YPG`ê, endamên saziyên civaka sivîl, bi dehan hezkiriyên çand û nivîsê ji herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, her wiha hejmarek ji nivîskarên ji Rojava û derve ji wan nîviskarê misrî Seyid Abdulfetah Seyid Mihemed, tev li merasîma vekirina pêşangehê bûn.

Îsal gelek weşanxane, saziyên çandî, Akademiyên Civaka Demokratîk, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Komeleya Çandî ya Suryanî, kovara Sormê, Pirtûkxaneya Manîsa, nîviskar Salihê Heydo, weşanxaneya El-Tekwîn, weşanxaneya El-Zeman, weşanxaneya Şilêr, Yekitiya Nîviskarên Kurd a Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê, Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê yên Sûriyeyê tev li pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de bi sedan pirtûkên çandî, wêjeyî, civakî, siyasî û zanistî têne pêşkêşkirin.

Di pêşangehê de wêneyek kesayeta welatparêz û rewşenbîr şehîd Hisên Şawîş (Herekol) ê ku yek ji kesên destpêk ku mekanîzmeya materyalê perwerdeyê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê danîn û yê ku pêşangeh ji bo bîranîna wî hatiye lidarxistin, hatiye daliqandin.

Di pêşangehê de beşek taybet ji bo pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Her wiha pêşangeha wêneyên hêzên Asayîşê dê di her sê rojên dawîn de werin pêşkêşkirin û beşek jî bi wêneyên xêzkirinê yên Weqfeya Jina Rewşenbîr jî heye.

Ji çalakiyên pêşangehê ya ku wê 5 rojan dewam bike, dê semîner li ser rewşa çandî li Rojava, nivîskarên kurd ên ku bi zimanê erebî nivîsandine, helbesta şer li Rojava, jin di wêjeya şoreşê de dê werin dayîn.

Her wiha dê li ser rola weşanxaneyan di şer de, morala gel, werger, ol û pêşketinên serdemê, pêşketina muzîka cîhan û kurdî dê nîqaş werin kirin.

Di merasîma vekirinê de hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Xalid axivî û vekirina duyemîn pêşangeha pirtûkê li hemû beşdaran pîroz kir û ev tişt bi lêv kir: “Em her sal pêşangeha bi navê şehîd Hisên Şawîş li dar dixin ji bo kar û xebatê wî vedikin. Her wiha ji bo ku em li ser rêya wî ya ku bi zanebûn û roniyê diyar kir, bimeşin û ji bo ku em çanda xwendinê bi pêş bixin û di nava civakê de belav bikin.”

Ji aliyê xwe ve hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Qamişlo Abdulkerîm Saroxan li ser girîngiya vekirina pêşangehê axivî û destnîşan kir ku vekirina pêşangehê wateyeke wê ya dîrokî heye û ev jî girêdana gel bi şoreşa xwe ve diyar dike.

Tê payîn ku pêşangeh 5 rojan dewam bike. Rojane ji saet 10:00’an heta 20:002’an dê vekirî be.