حركة المجتمع الديمقراطي

Demirtaş li zindanê deng da

581

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahaddîn Demirtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê dengê xwe da. Li ser hesabê Twitterê yê Demirtaş wiha hate gotin: “Me jî dengê xwe li girtîgehê da. Ez bawer dikim ku dê encam pir baş bin.”

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahaddîn Demirtaş bi hevalê xwe yê zindanê Ebdullah Zeydan re li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê dengê xwe da. Li ser hesabê Demirtaş ê Twitterê hate gotin ku baweriya wan pê heye ku encamên baş ji hilbijarinan derkevin.

Daxuyaniya li ser hesabê Demirtaş ê Twitterê wiha ye: “Me jî dengê xwe li zindanê da. Ez dixwazin her kes biçe ser sindoqan û tercîha xwe ji bo demokrasiyê bike. Hêviya min ew e ku dengdayîn bi awayekî aram û sakîn derbas bibe. Ez pê bawer im ku dê encam pir baş bin. Ji me tevan re bi xêr be.”