Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Tebqayê berdevk û rêveberên komîteyên yekîtiyê hilbijartin.
Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi civînekê nûner, rêveberiya 6 komîteyan û berdevka yekîtiyê hilbijartin.
Nûnerên hatin hilbijartin ev;
Berdevka Fermî ya Yekîtiya Jinên Ciwan Fatme El-Etiye
Komîteya Ragihandin: Maya Neisan, Delal Dildiş
Komîteya Perwerdê: Wefa El-Xelef
Komîteya Werzîşê: Xufran El-Elî
Komîteya Rêxistinê: Şadya El-Mustefa, Fatme Etiye, Duha El-Xelef
Komîteya Tendrûstiyê: Hela Hesûn
Komîteya çand û hunerê: Îlham El-Zahir Piştî hilbijartinan Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca şîrovekirina rêziknameya yekîtiyê civînek ji jinên ciwan ên Tebqayê re li darxist.
Di civînê de endama rêveber a yekîtiyê Hawar Cûdî girîngiya rola jina ciwan di tevlîbûn û aktîvkirina hemû çalakiyên civakê de destnîşan kir.