حركة المجتمع الديمقراطي

‘Êdî hêzên navneteweyî ji Erdogan re dibêjin stop’

608

Salih Gedo diyar kir ku dewleta tirk a dagirker li dijî vîna gelê kurd êrîşî bakur û başûrê Kurdistanê dike, tehdîdan jî li rojavayê Kurdistanê dike, ev êrîş û tehdît ji hev ne qut in û armanca wan şikandina vîna gelê kurd e û Li dijî wan êrîşan pêwîst e dewletên navneteweyî êdî ji Erdogan re bibêjin stop.

Sekrêterê Partiya Çepgir a Kurd Salih Gedo der barê êrîş û tehdîtên dewleta tirk ji ajansa me re axivî û got ku tehdîtên Erdogan her wiha ji bo Rojhilata Navîn jî xetere ne û pêwîst e giştî dewlet li pêşiya dagirkeriya Erdogan û dîktadoriya wî rawestin.

‘Dewleta Iraqê divê li dijî Erdogan bisekine’

Salih Gedo bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dewleta Tirk a dagiker êrîşên xwe li ser axa Kurdistanê xurt kirine. Armanca wan deskeftî û şikandina vîna gelê kurd e. Êrîşên li ser başûrê Kurdistanê diyar dike ku bi wan êrîşan Erdogan dixwaze di hilbijartinên 24 Hezîranê de bi ser bikeve. Bêguman projeya hikumeta AKP’ê derbarê vegerandina Dewleta Osmanî de jî heye. Li dijî êrîşên li ser başûrê Kurdistanê bêdengiya dewletên navneteweyî berdewam dike. Tevî hemû daxuyanyên Serok Wezîrê Îraqê Heyder El-Ebadî lê artêşa Tirk a dagirker dagirkeriya xwe ji xaka başûrê Kurdistanê re didomîne. Erdogan dibejê ku 30 km ez derbasî axa başûrê Kurdistanê bûm. Pêwîst e dewleta Iraqê li dijî planên Erdogan û derbasbûna wan bisekine.”

‘Mimkun e ku gelê Rojhilata Navîn rabe ser pêyan’

Salih Gedo bedngiya dewletên navnetewî jî wiha nirxand, “Ev bedengiya dewletên navnetewî li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk diyar dike ku planên wan ye nû derdixê hole. Çawa li Efrînê de li hev kirin û êrîşên hovanê re bedeng bûn li Başûrê Kurdistan de jî bê deng dimînin. Heke dewletên navnetewî bêdengiya xwe li êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser Minbic, Efrîn û başûrê Kurdistanê berdewam bikin we pêşiya pisgirekên Rojhilata Navîn kûrtir bikin.  Her wiha mimkun e ku hemû gelê Rojhilata Navîn rabin ser piyan û li dijî wan êrîşê dewleta tirk û bedengiya dewletên navnetewî derbikevin. Dewlêta Îran jî pêwîst e helwestên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê diyar bike û rê nedê êrîşan. Eger desdûr bidin wan êrîşan dewleta Îranê we darbeyek mezin bixwe. Planên Erdogan jib o Qêndîlê we têk here ji ber ku Qêndîl ya gerîla ye û wê her tim ya wan bimîne. Çi balafir bin û çi jî lêşkerên Tirkiyeyê bin nikarin bandorekê li Qendîlê bikin. ”

 ‘Planên wan li Kerkûkê û di dagirkirina Efrînê de aşkera bûn’

Planên Erdogan yên qirêjî Salih Gedo wiha anîn ser ziman: “Beriya êrîşên li ser Efrînê planên Erdogan di êrîşên li ser Kerkûk, Minbic û Efrînê de derket. Niha jî dixwazin hemû axa başûrê Kurdistanê dagir bikin. Ev hemû êrîş bi hev ve giredayî ne û yek armanca wan heye ku şikandina vîna gelê kurd e.  Tehdîtên Erdogan ji bo Rojhilata Navîn xetere ne û pêwîst e giştî dewlet li pêşiya dagirkeriya Erdogan û dîktatoriya wî rawestin.”

‘Têkçûna Erdogan ji bo hemû gelan nefesek e’

Salih Gedo diyar kir ku binkeftina Erdogan di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de jib o hemû gelan teybet gelê Rojhilata Navîn re serkeftinêke pir mezin be û wiha berdewam kir, “Dîktatorî û rejîma faşîst dê li  pêşiya îrade û yêkitiya gelan têk here. Di nav gelê li Tirkiyeyê de jî hêdî hêdî dengekî serhildanê derdikeve. Ji ber ku êdî ew jî dîktatoriya Erdogan qebûl nakin. Beşeke mezin a gelê Tirkiyeyê ji faşîzma Erdogan re dibêje na. Em hêvîdar in ku Erdogan di wan hilbijartinan de bi dawî bibe, gelê kurd û yên Rojhilata Navîn nefeseke bistînin.”

‘Li dijî êrîşan yekitiya gelan dê dagirkeriyê bide sekinandin’

Sekreterê Partiya Çepgir a Kurd Salih Gedo dawiya axaftina xwe de got ku Erdogan deskeftinên kurdan û şoreşa Rojava qebûl nake û tehdîtên xwe berdewam dike û wiha pê de çû: “Bajarên ku şervanên YPJ/YPG ji çeteyên DAIŞ rizgar kirine îro Erodgan dibêje ku ez ê êrîşî wan deran bikim. Gefên ku Erdogan dixwe aşkera ne. Êdî pêwîst e dewletên navnetewî ji Erdogan re bibêjin stop. Her wiha yekbûna gel li ser her çar parçeyên Kurdistanê hebe. Bi yek dest û dengî li dijî dagirkeriya dewleta tirk were sekinandin.”