حركة المجتمع الديمقراطي

Demîrtaş bang li Esed kir ku bi hemû beşên civakê re diyalogan bike

597

Namzetê Serokkomariyê yê girtî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Serokê Dewleta Sûriyeyê xwest ku bi hemû beşên civaka Sûriyeyê re diyalogê bike, eger bixwaze Sûriyeyeke nû û demokratîk ava bike.

Namzetê Serokkomariyê yê girtî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di rêya parêzerên xwe re bi awayekî nivîskî bersiva ajansa Sputnikê da  ûgot, “Tê zanîn ku pergala Sûriyeyê berî şerî zordarî li kurdan dikir û mercên niha ji yên şerî cuda ne. Eger Esad plan dike ku Sûriyeyeke nû û demokratîk ava bike, pêwîst e ku li gel hemû beşên baweriya wan bi demokrasiyê heye, gotûbêjan bike.”

Demîrtaş û wiha dewam kir, ” Tiştekî gelekî giring e ku nexşereyek were diyarkirin ku armanca wê ew be, atmosfereke siyasî çêke ku derfetê bide pêkanîna hilbijartinên paqij ku li ser parvekirina karbidestî û desthilatê li gel birêveberiyên herêmî hatibe avakirin.”

Demîrtaşî bangî civaka navdewletî kir ku gelên Sûriyeyê teşwîq bike da ku li ser yek maseyê rûnên û ew bixwe kêşeyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin û piştgiriyê bidin wan.

Li ser rexneyên ku li kurdên Sûriyeyê tên kirin ku hevkariya wan bi Amerîkayê re, Demîrtaşî wiha got, “ji hemû aliyan ve gef li kurdên Sûriyeyê tên kirin, lewra gelek alternatîv li pêşberî wan tine ne da ku hebûna xwe biparêzin, ji ber ku Sûriye di nav şerekî wiha de ye ku zehmetirîn û hovanetirîn şerê cîhanê ye.”

Demîrtaş di berdewamiya bersivên xwe de diyar kir, kurdan li dijî DAIŞ‘ê berdêl dan û ew deverên ku kurd negihitşin wan, DAIŞ‘ê komkujî pêk anîn û wiha dewam kir “Lewra ez adilane nabînim ku kurdên Sûrî ji bo hevkariya xwe (ya li gel Amerîkayê) bên darizandin ku bi armancên dîplomatîk û parastinê dikin da ku ew karesat dubare nebin.”