حركة المجتمع الديمقراطي

Êla Bobena li Minbicê qetilkirina sivîlên ji êla xwe şermezar kirin

555

Hejmarek welatiyên Minbicê yên ji Êla Bobena qetilkirina 5 welatiyên ji êla xwe li Efrînê ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirik a dagirker şermezar kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî çend roj berê, 5 sivîlên Efrînê yên ji êla Bobena ya Ereb ku di nav de jin û zarokeke xwe jî hebû ên qetil kirin.

Hejmarek welatiyên Minbicê yên ji Êla Bobena ev kiryar şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi van kiryarên xwe diyar dike ku ew dewleteke teror e.

Ebûd Hisên binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê, bi taybet qetilkirina 5 sivîlên ji Êla Bobena şermezar kir û got: “Wekî Êla Bobena, kiryarên dewleta Tirk ên diheqê şêniyên vî welatî bi taybet derheqê êla me de şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê yasayên navdewletî binpê dike û tu kes jî dengê xwe dernaxe.”

Nûra El-Hamid diyar kir ku binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê bi xwe sûceke mezin e û wiha got:”Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ti ferq û cudahî naxe navbera jin, zarok û ciwan. Qetilkirina 5 ji welatiyên êla Bobena ku di nav de jineke û zaroka wê heye, isbata herî mezin e ku dewleta Tirk aştî û mafê mirovan li ber çavan nagire”.