حركة المجتمع الديمقراطي

Pencewînî:Tecrîd hewldana lewazkirina fikira Netewa Demokratîk e

660

Nivîskarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî diyar kir ku dewleta bi mebesta ku fikirê Netewa Demokrarîk û tevgera rizgariya gelê Kurd lewaz bike di kesayata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîdek girankirî feriz kiriye.

Nivîskarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pencewînî di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me diyar kir ku dewleta Tirk di kesayeta “Rêberê Netewî xwediyê fikirê demokratîk Abdullah Ocalan ” de tolê hiltîne.

Pencewînî, bal kişand li ser dijminahiya dîrokî ya dewleta Tirk ya ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û wiha got, “Dewleta Tirk a şofonist, dît ku Ocalan xwediyê tewreya çareserkirina aloziya herêmê ye, hemî gel bi fikirê wî bawer in. Ji ber vê yekê tecrîdeke giran li ser wî feriz kirine.”

Mihemed Emîn Pencewînî daxuya kirin ku dijmin di aliyê siyasî, edeolojî û çekdarî şerê gel gelê Kurd dike, herî dawî xwest bi riya tecrîda li ser Ocalan kurdan neçar bike ku ji daxwazên mafên xwe dakevin. Pencewînî anî ziman ku divê gelê Kurd radeya xeteriya vê merheleyê nas bike.

Nivîskarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî, di dawiya axaftina xwe de, daxwaz ji hiqûqa mafê mirovan û saziyên navdewletî ku erka xwe ya mirovî ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne. Her wiha bang li Kurdên li Ewrupayê kir ku çalakiyên xwe berdewam bikin û fişarê li Yekîtiya Ewropa bikin da ku Tirkiyê destur bide malbat û parêzeran ku Ocalan bibînin.