Di civînê de şêniyên bajarokê, Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan û Sekreterê Giştî yê partiyê Hevrîn Şêxo amade bûn.

Di destpêka civînê de Ibrahîm Qeftan rewşa siyasî ya herêmê  nirxand û wiha got, ″Di dema niha de li dijî Sûriyeyê planên parçekirinê tên meşandin. Armanca ji van planan dagirkirina Sûriyeyê ye. nîşaneya vê yekê dagirkirina Efrînê bû. Li aliyekî din jî komên çete ji Xûtaya rojhilat û herêmên Humsê ber bi Efrînê ve tên rêkirin, da demografiya herêmê were guhertin. Em ê bi riya danûstandinan destûr nedin van planan.″

Qeftan da zanîn ku armanca partiya wan çareserkirina aloziya Sûriyê bi riya danûstandinên siyasî ye û wiha got, ″Armanca me ew e ku fikirên radîkal ji holê bêne rakirin û ruhê biratiya gelan di nava civaka Sûriyê de belav bibe, da yekîtiya gelê Sûriyeyê misoger bibe.″

Derbarê plana derbaskirina hêzên ji dewletên Erebî li herêmên Bakurê Sûriyê û rojhilatê çemê Firatê jî Qeftan wiha axivî, ″Keç û xortên Bakurê Sûryiyê îsbat kirin ku ew dikarin herêmên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê tu pêwîstî nîne ku hêzên Erebî li herêmê bêne bicihkirin. Eger ku ev hêz dixwazin ewlehiya herêmê biparêzin, dikarin di gelek aliyan de destek bidin QSD′ê.″

Her wiha derbarê bicihkirina koma radîkal a bi navê Ceyş El-Islam li herêmê jî Qeftan wiha axivî, ″Em vê yekê bi tundî red dikin. Komên radîkal tenê dixwazin tevlîhevî û fitneyan di civakê de ava bikin.″

Civînê bi nîqaşên derbarê plansazî û armancên partiyê de bi dawî bû.