‘Gel îdeolojî û fikrek pir rengî dixwaze’

Tara Hisên diyar kir ku ew dê bi namzetên xwe li nava lîsteya Nifşa Nû beşdarî hilbijartinê bibin û wiha got, “Em bi hevalên xwe re kolan bi kolan li nava gel digirin. Xwe didin nasandin û armancên xwe bi gel re parve dikin. Xebatên me baş derbas dibin. Gel eleqeyek mezin nîşanî me dide. Dema em bi gel re nîqaş dikin, dibînin ku gel dixwaze xwendekarên îdeolojî û fikrê Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya gelê Kurd û mirovahiyê di nava parlementoya Iraqê de bibînin. Di heman demê de namzetên me ne ji tû binemal an jî endamên kesên zengînin. Di nava namzetên me de ji her pêkhate, Kurd, Ereb, baweriyên cuda hene.”

 ‘Em ê ji bo berjewendiyên gel kar bikin’

Tara Hisên sedema eleqeya gel a ji bo lîsta Nifşa Nû wiha nirxand, “Gel dixwaze rêbazek ku heta niha nehatî ceribandin hilbijêre. Ji ber ku partî û berpirsyarên heta niha gel bi rêvebirine yan ji bo berjewendiyên partiyek yan jî berjewendiyên binemaleyan kar kirine. Dema ku têkiliyên wê partiyetî yan jî malbatê li gel rêveberiya Iraqê xirab  dibû, bandorî raste rast li jiyana gelê herêmê dikir. Gel di aliyê aborî û manewî diket bin zextê. Em dixwazin vê modelê birûxînin, li cihê wê ji bo berjewendiyên gelê Kurd û gelê Iraqê kar bikin. Namzetên me ne ji tu malbat û kesên zengîn in, ew ji nava kolanên gel ji nava civakê ne. Gel bi vê keyfxweş e.”

‘HDP′ê ji bo me modelek mînake’

Tara Hisên destnîşan kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo wan modelek mînake û gotinên xwe wiha berdewam kir, “Mînaka fikrê Ocalan li Bakûr, Rojhilat, Rojava û welatên Ewrupayên di nava seferberiya tekoşînê de ye. Li dijî dagirkerî û binpêkirina gelê Kurd û gelên kêmnetewên bindest têdikoşe. Vî fikrî modelek nû derxistiye pêş ku ew jî tekoşîna azadî û aştîxwaziyê ye. Bi taybet li Bakûrê Kurdistanê HDP‘ê ne ji bo berjewendiyên kesî yan jî malbatî, ji bo berjewendiyên gelên herêmê kar dike. HDP‘ê ji bo me projeyek mînake û em jî dixwazin bi heman şêweyî di nava parlementoya Iraqê de cih bigirin.”

 ‘Rabirduya namzetên me paqij in’

Tara Hisên diyar kir ku ew soz didin gel plan û projeyên dayîn pêşiya xwe di bin berjewendiyên kesên mafên wan hatin xwarin pêk bînin û wiha axivî, “Baweriya me jî bi namzetên me heye ku vê rêbaza cuda rêvebibin. Ji ber ku namzetên me xwedî rabirduyek paqij in. Tu car tevlî gendelî û mafxwarinê nebûne. Ew nifşek nû ne û dê di parlementoyê de xwestek û hêviyên gel, kedkar û ciwanan derxin pêş. Çavê gel li me ye. Em jî soz didin ji bo berjewendiyên gelên ku mafê wan hatî xwarin û malbatên şehîdan kar bikin.”

 ‘Gelê Başûr tu car li dijî tehdîdên terorîstan gav paş de neavêtiye’

Tara Hisên li ser tehdîda çeteyên DAIŞ’ê  ya ku li dijî kesên diçin hilbijartinan kirî jî wiha got, “Ne cara yekeme gelê Başûrê Kurdistanê rastî tehdît û êrîşên terorîstan tê. Gelê Başûr bi dehan car rastî kuştin û komkujiyan hatiye. Lê hertim li ser piyan maye, teslîm nebûye û nasnameya xwe parastiye. Ne terorîstan ne jî dewletên dagirker nikarîn gelê Kurd û gelên Iraqê ji beşdarbûyîna hilbijartinan sar bikin. Em dixwazin di çarçoveya sîstemek demokratîk de bi hemû gelên herêmê re aştiyane bijîn û Iraqek demokratîk ava bikin. Bê guman terorîst û dewletên dagirker li dijî vê projeyê ne. Dixwazin bi tehdîd û êrîşên xwe gavan bi hêzên azadîxwaz bidin avêtin, lê em gav paşde navêjin û em ê karê xwe berdewam bikin.”

‘PDK bixwaze jî, gelê Kerkûkê wan naxwaze’

Tara Hisên li Kerkûk tevlînebûna PDK’ê ya ji bo hilbijartinê jî nirxand. Tara Hisên anî ziman ku di 16’ê cotmeha 2017’an de hêzên parastina Başurê Kurdistan nîkarîbûn Kerkûk û Xurmatû biparêzin û wiha pêde çû, “Bê ku fîşekek biteqînin, xwîna gelek kesan rijiya û cigerên gelek dayîkan şewitî. Mala gelek kesan wêran bû û destdirêjiya jinan çêbû. Van hêzan nikarîbû gel biparêzin. Eger ew bixwazin bikevin hilbijartinê jî gel wan naxwaze. Ji xwe rûyê wan ê xebatên hilbijartinê jî tuneye. Gelê Kerkûk her çend ji dewleta Iraqê ne razîne, ewqas jî ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê ne razîne. Dema ku hêzên wan li Kerkûkê bûn jî tenê ji bo berjewendiyên aborî yên bi Tirkiye yê re hevbeş kar dikirin. Gelê Kerkûkê piştgiriya Nifşa Nû dike.”

Tara Hisên bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku deng bidin lîsta Nifşa Nû, ji ber xwendekarên Ocalan di nav de ne, ciwanên xwedî rabirduyek paqijin.