حركة المجتمع الديمقراطي

Di platformê de banga hevgirtinê li dijî dagirkeran hate kirin

542

HESEKÊ

Platforma partî, rêxistin siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyê vê sibehê bi dirûşemeya “Berxwedana Efrînê wê dagirkeriya Osmanî ya nû li Sûriyê têk bibeʺ li bajarê Hesekê dest pê kir û bi axaftinan didome.

Endamê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Dêrazorê Xelef El-Esed daxuyakirin ku gelê Sûriêy li hemberî planên barbaran ên li djiî gelê Sûriyê li ber xwe dide. YPG, YPG û QSD‘ê nûnerê gelê Sûriye ye.

Rûspiyê eşîreya El-Efadila Mihemed Nûredîn got, “QSD‘ê biryarek şerê DAIŞ‘ê da. Tu hêz di cîhanê de nedikarî vê biryarê bibe û ferheniyeke mezin ji xaka Sûriyê ji terora DAIŞ‘ê rizgar kir. ji bo Efrînê jî, Erdogan kujerê mirovahiyê ye, dixwaze li herêmên bi ewle tevliheviyan derxîne. Li ser vê yekê pêwîsete gelê Sûriyê hevgirtina xwe xûrt bike da ku dagirkeriya Tirkiyê têk bibe.”

Bi navê Partiya Komunist a Kurdistanê Elî El-Umer anî ziman ku Efrîn li ber xwe dide, Efrîn dagirkeriyê qebûl nake û dê dagirkeriya Tirkiyê têk bibe. Pêkhateyên Sûriyê malbateke. Hin kes hene destekê didin dagirkeriya Tirkiyê û destên wan di êrîşên li ser Sûriyê hene.”

Elî Umer bang li gelê Sûriyê kir ku li dijî çanda dijminatî bisekinin û wiha dom kir, ” Derbarê êrîşên li ser Efrînê hin rêjîma Sûriyê û welatên Ereban helwest nîşan nedane û êrîş şermezar nekirine. Em bi hev re dengê xwe bighînin cîhanê, bila kesên sucdar werin muhasebekirin.”

Bi navê eşîreyên Minbic Mustefa Ebdulcebar jî destnîşan kir ku Sûriyê di rewşek hesas re dijî. Welatên komploger dixwazin herêmên me dagir bikin û xêr û bêra wê bidizin. Kesên dibêjin em muxalfin xwe ji bo dewletên derve firotine û gelê Sûriyê êdî temsîl nakin.

Bi navê pêkhateyê Suryan li Bakûrê Sûriyê Jozêf Lehdo girîngiya yekîtya gelên Bakurê Sûriyê û destekdayîna bi bexwedana Efrînê re anî ziman û got, “Berxwedana gelê Efrînê riya bi rûmet a ji bo rizgarkirina Efrînê û tevahî Sûriyeyê.

Nûnerê Eşîreya El-Birêş Emîr Mehmûd tekezî li ser yekrêziya gelê Sûriyê li hemberî planên Tirkiyê destnîşan kir û berpirsyariya zêdegaviyên Tirkiyê li Efrînê girt ser Neteweyên Yekbûyî.