Corinne Darlough û Alice Serrano ên Fransî di serdana gundê JINWAR de, dane zanîn ku ev yek ji projeyên yekemîn di Rojhilata Navîn û cîhanê de ye û gotin ku ew ê destekê bidin vê projeyê ku jinan bi xwe rêxistin kirine.
HESEKÊ
Corinne Corinne Morel Darleux da zanîn ku yek ji armancên wan hatina Rojava, şopandina rewşa giştî ya herêmê di aliyê rêveberî û rêxistinî de û taybet rewşa jinê.
Darlough bi lêv kir ku ew bi hatina gundê JINWAR pir kêfxweş bû û wiha pê de çû,ʺEv proje hemû jinên ji pêkhateyên Rojava digire nava xwe û jin giringî didin aliyê civakî, çandinî û ekolojî.ʺ
Corinne di berdewamiya axaftina xwe de got,ʺ Projeya gundê JINWAR nûmûneya projeyên civakî yên demokratîk li Rojava diyar dike. Ev proj jî yek ji projeyên yekemîn di Rojhilat Navîn û cîhanê de ye. Jinê bi rêya projeya vî gundî xwe bi rêxistin dike û debara xwe bi xwe dike.ʺ
Corinne Morel Darleux di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê destekê bidin vê projeyê da ku bibe nûmûneyeke giştî li tevahiya cîhanê.
Rojnamevana bi navê Alice Serrano jî diyar kir ku wan derbarê gundê JINWAR de gelek agahî bihîstine û bala wan kişandiye, ji ber vê yekê ew hatin gund û bi çavê xwe gundê JINWAR dîtin.
Alice Serrano anî ziman ku tevî rewşa zehmet a Rojava, lê projeyekî bi vî rengî û giring hate pêşxistin.