Hêza Parastina Jin navenda xwe ya Şehîd Gulan li bajarê Qamişlo vekir. Endama Rêveberiya Parastina Jin Eyşe Yusif diyar kir ku armanca wan parastina taxên xwe û jinan e.
QAMIŞLO
Hêza Parastina Jin navenda xwe ya Şehîd Gulan li bajarê Qamişlo vekir. Navend li taxa Xerbî hat vekirin. Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelê Qamişlo tevlî vekirina navnedê bûn.
Di vekirinê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPGʹê û Parastina Jin li ber avahiya navnedê hatin daliqandin. Deriyê navendê ji aliyê dayîk û bavê şehîd Gulan Gulo ve hat vekirin.
‘Armanca me parastina jinê ye’
Li ser vekirin û armanca vekirina navnedê, Endama Rêveberiya Parastina Jin Eyşe Yûsif agahî da Ajansa ANHA’yê. Eyşe di serî de vekirina Navenda Parastina Jin a Şehîd Gulan li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku ji bo welat hebûna parastina jinê girîng e. Eyşe destnîşan kir ku çawa hêzên leşkerî hebûna welat diparêze, hêza cewherî di nava civakê de girîng e û wiha axivî, “Armnanca me parastina tax û hundirê welatê me ye. Dema jin vê hêzê dibînin, çavê wan jî vedibe û dizanin ku hêzek li gel wane. Ji ber ku karê Parastina Jin, jinê diparêzin.”
Vekirina navendê bi şahiyekê bi dawî bû.