Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê, welatiyek êşkence kir û du welatiyên din jî piştî êşkencê revandin.
HESEKÊ
Dagirkeriya Tirk piştî êşkenceyê Abdullkerîm Ferhan davêje aliyê sînorê Rojava, lê her her du kesên din hîna di destê dewleta Tirk de ne û çarenûsa wan ne diyar e.
Abdullkerîm ku niha li nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê tê dermankirin, bi eslê xwe ji gundê Sewan e.
Bijîşkên nexweşxaneya Roj dane zanîn ku rewşa Abdullkerîm baş e.