Hêzên gerîla bi çalakiyên sabotajê bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li herêma Bradostê. Li girê Lelîkanê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Hêzên gerîla bi çalakiyan bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di vê çalakiyê de herî kêm 4 leşkerên Tirk hatine kuştin, 5 jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê hê li ser mijdarê daxuyaniya fermî nedaye.
Ji aliyekî din ve jî, eşkere bû ku PDK`ê zextê li gelê herêmê dike ji bo kes li ber dagirkeriyê ranebin.