Şêniyên Efrînê yên di Kampa Berxwedan a Şehbayê de dimîn in xemsariya rêxistinên alîkariyên mirovî di pêşkêşkirina alîkariyan ji kampê re, wekî hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re pênase kirin.
ŞEHBA
Şêniyên Efrînê yên di Kampa Berxwedan de dimîn in xemsariya rêxistinên navdewletî derbarê alîkariya bi welatiyên Efrînê re rexne kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Dayîka bi navê Xedîce Hemo derbarê mijarê de got ku jiyana wan gelekî xweş û aram bû û wiha dom kir, “Jiyana me wekî wê li tevahî herêmên Sûriyê wekî wê nîn bû. lê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, sîstema me ya demokratîk û aştiyane hate ruxandin. Tarîtî û wêranî li Efrînê pêk hat.”
Dayîka Xedîce her wiha bahesa derketina xwe ya ji Efrînê jî kirin û wiha dom kir,”Em di riya çiya re bi meşê derketin. Me hemû tişt li pey xwe hişt, em gihan Kampa Berxwedan cihê bi ewle. Kon kêm in, madeyên jiyanî û derman kêm in û divê di zûtirîn dem de ji me re werin. Divê rêxistinên alîkariyan ên navdewletî di zûtirîn dem de erka xwe pêk bîn in û alîkariyan pêşkêş bikin.”
Jina bi navê Eyşê Hemdo jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê şermezar kirin û ev tişt anî ziman,”Bi sedan şehîdên me yên sivîl çêbûn. Bi hezaran welatên me dev ji warê xwe berdan. Ew di konan de jiyan dikin, pêwîstiyên wan ên jiyanî jî neyên peydakirin. Em di konan de her tiştî tehmeûl bikin û em ê di bin dagirkeriyê de venegerin.”
Welatiyê bi navê Henan Xelîl derbarê mijarê de axivî û wiha got, “Hejmara endamên malbata min pir in, pêwîstiya me bi mesrefeke zêde heye. Lê heta niha saziyên navdewletî bê deng in û alîkariya welatiyên di kampê de dimîn in nakin.”
Jina bi navê Yasmîn Umer jî derbarê rewşa jiyana xwe de got ku di kampê de gelek zarokên nexweş hene û da zanîn ku xebatkarên tenduristî di kampê de kême û wiha dom kir,”Ji xwe derman û alavên jiyanî nayên peydakirin. Ji ber êrîşa Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navendên tenduristiyê hatin ruxandin. Daxwaza me ji rêxistinên alîkariyan ên navdewletî ew e ku alîkariyan ji Kampa Berxwedan re pêşkêş bike. Ev xemseriya wan tê wateya ku ew jî hevkarên dewleta Tirk a dagirker in.”