حركة المجتمع الديمقراطي

YRK: Em ê êrîşên Îranê bê bersiv nehêlin

629

NAVENDA NÛÇEYANBiryargeha Navendî ya YRK’ê diyar kir ku eger Îran êrîşên xwe berdewam bike ewê bêbersiv nemînin.
Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî topbarana Îranê ya li hember Çiyayê Asosê daxuyaniyek nivîskî weşand. YRK’ê êrîşên Îranê şermezar kir û Îran hişyar kir ku dawî li êrîşên xwe bîne.

Di daxuyaniya YRK’ê de wiha hat gotin: “12’ê Mijdarê rejîma Îranê bi koordîneya balafirên keşfê ji saet 09:30’an heta 10:00’an herêma Asos topbaran kir. Di encama topbaranê de bax û rezên welatiyên gundê Galale yê ser bi qezaya Mawet ziyan dîtin. Ev cara duyemîn e ku êrîşî çiyayê Asos tê kirin. Yekem car bi koordîneya balafirên rejîma Îranê yên keşfê û balafirên şer ên Tirkiyeyê pêk hat. Di encama wê bombebaranê de ti ziyan negihişt hêzên me, lê bax û rezên welatiyên herêma Asos ziyan dîtin.”

YRK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku vê êrîşê weke encama lihevkirina di navbera rejîma dagirker a Tirkiyeyê û Îranê de dizanin û dom kir: “Careke din Îranê weke Tirkiyeyê dijmintiya xwe ya li dijî gel û tevgera me ragihand. Bi vî rengî serweriya xaka Başûrê Kurdistanê jî binpê kir.”

Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) di dawiya daxuyaniya xwe de Îran hişyar kir û got: “Eger Îran helwesta xwe berdewam bike, em ê weke YRK’ê di çarçoveya parastina rewa de rewşê binirxînin û êrîşên wan bêbersiv nahêlin.”