حركة المجتمع الديمقراطي

Encamnameya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hate eşkerekirin

767

DÊRAZOR – Di encamnameya Meclîsa Sivlî ya Dêrazorê de hate gotin: “Pêşeroja rêjîma desthilatdar li Sûriyê tune ye. Her wiha di bernameyên xebatên meclîsê de wê girîngiya aktîvkirina rola jin û ciwanan hate destnîşnakirin.

Kongreya Damezrîner a Meclîsa Sivîl a Dêrazorê  bi beşdarbûna rûspiyên herêmê û nûnerên meclîsên herêmên Bakurê bi eşkerekirina encamnameyên kongreyê bi dawî bû.

Encamname ji aliyê Hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Leyla El- Hesen ve hate xwendin.

 Encamname wiha ye:

“Li ser banga Komîteya Amadekar ku ji rûspî, şêx û çalakiyên civakî, siyasî û çandî pêk tê, civîneke berfireh hate lidarxistin. Di civînê de alî û kesayetên cûda yên pêkhateyên bajarê Dêrazorê û gundewarê wê amade bûn. Di civînê de damezirandina Meclîsa Sivîl a parêzgeha Dêrazorê hate gotûbêjkirin, da ku bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî terorê karibe herêmên ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ve hatine rizgarkirin birêve bibe.

Di destpêka civînê de gotina siyasî ku Komîteya Amadekar pêşkêş kiribû hate xwendin û naveroka wê bi berfirehî hate gotûbêjkirin û di encama civînê de hate gotin ku Sûriyeyê ber bi guhertinên cewherî ve diçe û têklîdarî bingeha sîstema siyasî ya wê dibe. Her wiha evan aliyên leşkerî ku di encama şer de derketine holê ku xwe dispêrin babetkirina nijadî û etnîkî ti paşeroja wan di Sûriya piralî de tune ye û ew tenê di xizmeta dewletên sponseriya wan dikin de ne.

Li ser vê yekê ev sîstema desthilatdar ti paşerojeke wê di Sûriyeyê de tune ye, bi heman rengî aliyên leşkerî ku destên wan di rijandina xwîna welatiyên Sûriyeyê de ne bê guman li ber tunebûnê ne. Dîktatoriyet û teror du rûyên heman diravî ne, ew eku gelan û çanda wan tune bikin. Alternatîfa rast ji van herdu hêzan re, peydakirina rêbazên rast ji bo pêkanîna hêvên welatiyên Sûriyeyê di azadî, edalet û wekheviyê de ye.

Avakirina sîstemeke demokratîk û piralîbûna siyasî û nenavendiyê ku xwe dispêre kesayetên xwedî hişmendî û xwedî vîneke azad û bi azdiyê dagirtî ne, misogeriya bingehîn a avakirina civakeke exlaqî û siyasî ye. Ji vê civakê jî rêgeza hevsengiyê ya di navbera azadiya kesan û azadiya civakê de pêk tê ku li ser rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin. Nemaze fikr û rêgezên xwe ji têgeha netewa demokratîk bingeh werdigire.

Ji bo pêkanîna van armancên li jor behsa wan hatiye kirin, beşdarên civînê biryara damezirandina Meclîsa Sivîl a Parêzgeha Dêrazorê girtin. Ev meclîs dê rêveberiya herêmên rizgarkirî bike, nemaze dema ku bi awayekî fermî were ragihandin her tiştên girêdayî Dêrazorê dikeve bin serweriya wê. Meclîsê pergala xwe ya rêxistinî û komîteyên xwe yên pispor amade kirine û dê karûbarên parêzgehê birêve bibin ew jî ev in:

  • Komîteya Perwerde û Hînkirinê, Komîteya Xizmetguzariyan û Şaredariyan, Komîteya Ewlehiya Hundirîn, Komîteya Parastinê, Komîteya Ciwan û Werzîşê, Komîteya Jinan, Komîteya Şûnwar û Çandê, Komîteya Çandinî û Berhemên Sawalan, Komîteya Aborî, Komîteya Malbatên Şehîdan, Komîteya Edaleta Civakî, Komîteya Darayî, Komîteya Rêxistin û Karûbarên Mirovahî, Komîteya Birêxistinkirina Meclîsan û Komîteya Tenduristiyê.

Di kongreyê de hevserok Leyla Ednan El-Hesen û Dr. Xesan El-Yûsif û cîgirên wan Kemal Mûsa, Şemsa Hisên, Diyab  El-Cêlat, Ehmed El-Beta û Samir Abdullah,  hatin hilbijartin.

Her wiha di kongreya damezrêner de pilansaziya kar û xebatên dema pêş hatin diyarkirin û komeke erkan hatin diyarkirin ew jî ev in:

  • Hemû kesên ji bajêr hatine koçberkirin bêne vegerandin û hevgirtina di navbera welatiyan de li ser bingeha hevkarî û berhemdariya ji bo avakirina jiyaneke aram bête xurtkirin.
  • Di pêşxistina sîstema ewlehî û parastina parêzgehê de ji bo ewlehî û aramiya welatiyan û civakê pêk were xebat bêne meşandin.
  • Piştî ku parêzgeh bi giştî were avakirin divê Meclîs ji nû ve were avakirin da ku hemû welatiyên parêzgehê bigire nava xwe bi taybet kesayetên şareza û pispor.
  • Rola sereke ya jinan û ciwanan were piştrastkirin.
  • Civak ji şaneya herî biçûk ve were birêxitinkirin û li gorî sîstema meclîsan ji gundan ber bi bajaran ve were birêxistinkirin.
  • Hemû sazî û desteyên hatine rawestandin an ziyan dîtine di hemû aliyên perwerdehî, xizmetguzarî û tenduristiyê de ji nû ve bêne aktîfkirin
  • Nirxandina ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatiye pêşkêşkirin weke kaxeza kar were destgirtin û li gorî encama nîqaşên beşdaran guhertin têde bêne çêkirin.
  • Meclîsa Sivîl a bajarê Dêrazorê spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk a leheng û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê dike, nemaze ji ber fedekariya wê û piştrast dike dê alîkariya hemleya wan a Bagera Cizîrê heta giştî parêzgeh tê rizgarkirin, bike.
  • Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bajaroka El-Cezra weke naveneke “demkî” ji xwe re werdigire heta ku bajar tê rizgarkirin.”