حركة المجتمع الديمقراطي

Armancên avakirina Hevdîtina Olî li Helebê ev in

644

MIHEMED EBDO

HELEB – Endamê Desteya Siyasî yê MSD`ê Yehya Mehmûd da zanîn ku avakirina Hevdîtina Olî li Helebê bingeha xwe ji ramanên Ocalan girt.YHEA MAHMOUD

Derbarê armancên avakirina Hevdîtina Olî li Helebê Endamê Desteya Siyasî yê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Yehya  Mehmûd ji ANHA`yê re axivî.

Mehmûd da diyarkirin ku hatina cejnê bi xwe re encamên erênî anîn, wan buroya xwe vekirin  û hemû ol di bin yek sîwanê de civiyan.

Endamê MSD`ê da zanîn ku MSD`ê di civandina gel di bin yek banî de pêşeng bû, dema oldarên êzîdî, mesîhî û îslamî tên gel hev ev yek serkeftina herî mezin e. Ev yek jî bi saya fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat.

Mehmûd destnîşan kir ku aliyên dîtir  fitne dixin nava olan û di encamê şerê heyî de bi sed hezaran sivîl hatin qetilkirin û wiha pê de çû” Ji dêvla ku em xwe pêş bixin, em hev qetil dikinʺ.HEVDITEN-BE-ANDAMI-MSD-YEHYA-MEHMOD ‫(1)‬

Endamê Desteya Siyasî yê MSD`ê Yehya Mehmûd wiha axaftina xwe bi dawî kir” em ê hewl didin welatekî demokratîk, azad ku hîmê mirovahiyê esas  digire, ava bikin. Sûriye ya her kesî ye.”

MSD`ê di 21`ê tabaxê de li bajarê Helebê buroya Hevdîtina Olan vekir.