حركة المجتمع الديمقراطي

Xweseriya Êzidxanê gelê Êzidî ji qirkirinan diparêze

739

ALVA OSÊ – SILAVA ÎBRAHÎM

ŞENGAL – Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demeokratîk a Şangalê Hecî Hesen Bîso diyar kir ku armanca ji ragihandina projeya Rêveberiya Xweser ew e ku gelê Êzidî rêvebirina kar û barên xwe bike, xwe birêxistin bike û gelê Êzidî ji qirkirinan biparêze.

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şangalê vê hefteyê di civîneke çapemeniyê de projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Êzidxanê ji raya gişt ragihand.

Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hecî Hesen Bîso armanca ji vê projeyê ji ANHA′yê re vegot.

′Dê gelê Êzidî xwe birêve bibe û destkeftiyan xwe biparêze′

Hecî Hesen Bîso got ku gelê Êzidî di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê rejîmên desthilatdar ên ku Şengal hukim dikirin ve, rastî gelek komkujiyan hat û wiha domand: ″Rejîmên zordest gelê Êzidî di komkujiyan re derbas kirin. Dema ku çeteyên DAIŞ′ê êrîşî Şengalê kirin jî, pêşmergeyên PDK′ê jin û zarokên me di nav pençên çeteyan de hiştin û reviyan. Jinên me rastî zulmê hatin û li bazarên El-Nexase hatin firotin.″

Hesen Bîso diyar kir ku piştî şervanan azadiyê ji bo rizgarkirina Şengalê li ber xwe dan û ji bo rizgrakirina jinên Êzidî fedakariyê dikin, wan pêwîstiya xwe bi rêxistinkirin û xwerêvebirinê dît. Hesen wiha got: ″Ji ber vê yekê me girîng dît ku em vê projeya dîrokî ragihînin. Di çarçoveya vê projeyê de, gelê Êzidî herêma xwe birêve bibe, bi azadî nerîna xwe ragihîne û destkeftiyên xwe yên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.″

Parastina Êzidiyan ji komkujiyan

Hesen Bîso destnîşan kir ku Şengal û gelê Êzidî dibe ku hê rastî dagirkerî û komkujiyan bên û wiha pê de çû: ″Rejîmên zordest û desthilatdar dixwazin Şengal bi tenê û bê parastinê be, da ku karibin hukimê xwe li ser gelê Êzidî yê ku baweriyên xwe yên pîroz hatiye nasîn, ferz bikin. Lê wek gelê Êzidî em axa xwe ji terorê û berjewendiyên siyasî re bernadin.″

Piştî tevahî komkujiyên derheqê me de hatine kirin, em dixwazin xwe birêxistin bikin û parastina Şangalê bikin ku hê dibe rastî hewildanên parçekirinê bê.“

Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hecî Hesen Bîso di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Şengalê yên ku neçar bûne warên xwe terk bikin û koçber bibin, kir ku  vegerin warên xwe û wiha got: ″Şengal niha li ser riya raste. Gelê Êzidî êdî xwe birêxistin  dike û rêveberiya xwe dike.″