TEBQA – Meclîsa Jin a Tebqayê navenda xwe li navçeya Mensûra a başûr-rojavayê bajar vekir.
Meclîsa Jin a Tebqayê hewl dide ku xwe bighîne hemû jinên Tebqayê û gundên wê û wan birêxistin bike. Meclîsa Jin a Tebqayê di vê çarçoveyê de navenda xwe li bajaroka Mensûra a başûr-rojavayê bajar vekir. Navned bi merasîmekê hate vekirin.
Nûnerên rêxistinên jinan ji Minbic, endamên Meclîsa Jin a Tebqayê, endamên Meclîsa Sivîl a Tebqayê û şaredariyên gel û Dîwana Edaletê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de rêveberiya Meclîsa Jin a Tebqayê Hind Elî axivî û bal kişand ser ser girîngiya beşdarbûna jinê di hemû qadên jiyanê de û got ku jinan di qada aborî, siyasî û civakî de hêza xwe isbat kiriye.
lI ser navê Kongreya Star,Dîwana Edalatê,Şardariya Gel û hin saziyên jinan ên Minbicê peyamên pîrozbahiyê hatin şandin.
Helbestvan Xîtam Hûda jî helbest pêşkêş kirin û di helbestên xwe de bal kişand ser azadiya jinan.
Di dawiya merasîmê de xelekên govendê hate gerandin.
(jo)
ANHA