حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê Tebqayê sê cangoriyên xwe oxir kirin

754

TEBQA – Bi sedan şêniynê bajarê Tebqa û rûsipiyên herêmê, sê şervanên QSD`ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, oxir kirin.TEPQA-MERASIMA-SEHIDA

Karwanê şehîdan ku saetên sibehê ji bajarê Kobanê yê Herêma Firatê bi rê ket, di saetên esir de gihîşt daketina bakûrê Bendava Firatê ya bajarê Tebqayê. Li vir jî bi sedan şêniyên û rûsipiyên herêmê, cenazeyên şervanên QSD`ê Yehya Şeîb (Ebû Xewla Ilamî), Ebdullreman El-Ehl (Doçka) û Ehmed Şêx Mûsa (Qenas) wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan, goristana şehîdan a bajarê Tebqayê.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û Hêzên Erkaxweparatinê ve, hate destpêkirin.

Di merasîma ku Hevserokên  Meclîsa Sivîl a Tebqayê de amade bûn, Fermandarê QSD`ê Zinar Kobanê axivî û got ku şervanên wan wê hemû axa Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar, bikin.ZINAR KOBANE

Bi navê Meclîsa Sivîl a Tebqayê jî Asya Xerbî axivî û anî ziman ku şehîd ji bo rûmet û azadiyê canê xwe dane.

Her  wiha Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Ebîr Mûsa axivî û rola şehîdan di pêkanîna jiyana hevbeş li Sûriyê de, anî ziman.

Piştî ku nimêj li ser şehîdan hate kirin,  cenazeyên her sê şehîdan hate oxirkirin.