Meha Adarê ji bo gelê Kurd meheke biêş e, ji ber ku di vê mehê de gelê Kurd rastî qirkirin û komkujiyan hat ji aliyê sîstemên ku her çar parçeyên Kurdistanê dagir kirin. Ji wan komkujiyan, Komkujiya Helebçeyê ya Ii ser destê rejîma Baasê ya Iraqê û Komkujiya Efrînê ya li ser destê dewleta  Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Komkujiya Helebçeyê… qirkirina bêdeng asta kîna li dijî Kurdan diyar kir

Îro 31`emîn salvegera Komkujiya Helebçê ye ku rejîma Baasê ya Iraqê bi rêveberiya dîktator Sedam Hisên di 16`ê Adara 1988`an de pêk anî. Rejîma Baas bi çekên kîmyewî, bajarê Helebçe bombebaran kir û di encamê de zêdetirî 5 hezar û 500 kurd ku piraniya xwe jin û zarok bûn, jiyana xwe ji dest da.

Bajarê Helebçe di wê demê de, di bin parastina hêzên pêşmerge yên YNK`ê de bû. Şêniyên Helebçeyê jî li dijî hikumeta rejîma Baasê ya ku Kurdistan dagir kiribû, di Adara 1988`an de serî hilda. Bi nêzîkbûna bidawîbûna şerê Îran û Iraqê re, rejîma Baasê ya Iraqê bi fermandariya Elî Hesen El-Mecîd ku bi “Eliyê Kîmyewî” tê naskirin, bi fermana Sedam Hisên, di dîroka 15.03.1988`an de bajarê Helebçe bi moşekan û topan topbaran kir. Di ecamê de, pêşmerge ji Helebçeyê derketin û xwe spartin çiyayan. Bi vê yekê tenê jin û zarok di bajarê Helebçe de man.

Di 16.03.1988`an de, rejîma Baas bi balafiran gaza kîmyewî bi ser Helebçeyê de barand ku hejmara şêniyên wê bêhtirî 40 hezar kesî bû. Di encamê de, yek ji mezintirîn komkujiyên di dîroka mirovahiyê de pêk hat û zêdetirî 5 hezar û 500 şêniyên Helebçeyê şehîd bûn. Her wiha bi deh hezaran şênî neçar man ku koçberî kampên ser sînorê bi Îranê re bibin.

Nûçeya komkujiyê ku di encamê de bi hezaran şênî bûn qurbanî, di nava çend saetan de belav bû. Bajarê Helebçe yê biçûk piştî komkujiyê, di encama qirkirina bêdeng de ku bi hezaran jin, zarok û mêr bi gazên jehrî hatin kuştin, tevger tê de hate rawestandin.

Her yek di cihê xwe de şehîd bûbû, li kolanan, nava zeviyan, li ser rêyan, pêşiya malan û di hundirê wan de, li dibistanan, li mizgeftan û li sûkan cenaze hebûn. Yek ji wêneyên heta niha ku di bîranîna cîhanê de û taybet di bîranîna gelê Kurd de ma ye, wêneyê şêniyê Helebçeyê Umer Hawar e ku dema zarokê xwe yê biçûk kiribû hembêza xwe û her du jî şehîd dibin û wêneyê malbata ku li ser xwarinê şehîd bûbû.

Komkujiya Efrînê; bajarê ku li ber çavên cîhanê rastî qirkirinê hat

Piştî qirkirina der heqê gelê Kurd li Helebçeyê de, salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê tê. Di encamê de, bi sedan sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 400 hezar kes ji ber êrîşan, komkujiyan û çekên qedexekirî, neçar man ku ji warê xwe derkevin û bi darê zorê koçber bibin.

Roja 18`ê Adarê, salvegera yekemîn a koçberkirina bi darê zorê ya 400 hezar sivîlan ji bajarê Efrînê ye. Ev koçberî, piştî bi dehan komkujiyan ku dewleta Tirk a dagirker bi armaca qirkirina gelê Kurd û tunekirina hebûna wî ya dîrokî di herêmê de, pêk hat.

Di encama topbaran û bombebarana artêşa Tirk a dagirker de ku 58 rojan li ser kantona Efrînê dewam kir, gelek komkujî pêk hatin. Di encama wan komkujiyan de, zêdetirî hezar û 500 sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn, şehîd û birîndar bûn. Di heman demê de, dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji bermahiyên çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra bûn, derbasî bajarê Efrînê û gundên wê bûn, qirkirina etnîk li dijî Kurdên Efrînê pêk anîn.

Wêneyên  11 komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê kirine, heta niha di mêjiyê gelên herêmê de zindî ne. Ji wan wêneyan pitika 3 mehî Diyana Salih ku li Cindirêsê di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû û 8 kesên din jî birîndar bûn û wêneyê komkujiya Şêrawa ku 11 zarok dema li derveyî mal dilîstin, şehîd bûn.

Armanca dagirkeran qirkirina gelê Kurd e

Hêzên dagirker di her hewldaneke qirkirina gelê Kurd de, ji cîhanê re teqez dike ku hebûna vî gelî tê wateya bidawîbûna dîktatoriya xwe. Ev yek jî li gel hikumetên Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyê  diyar dibe.

Lê hêzên dagirker negihîştin armacên xwe, berovajî wê gelê Kurd piştî her qirkirinekê serkeftineke dîrokî bi dest dixe.

Tevî bêdengiya navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û bazirganî li ser hesabê gelên herêmê, lê îro û roj bi roj civakên cîhanê piştgiriyê didin Kurdan. Êdî gelê Kurd ne wekî berê îrade û polîtîkaya xwe lawaz e, lê belê îro di Rojhilata Navîn de bû hêzeke girîng û bêyî Kurdan êdî demokrasî, wekhevî û azadî li herêmê pêk nayê.

 

ANHA