حركة المجتمع الديمقراطي

QSD`ê encama Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir

2,725

QSD`ê bi daxuyaniyekî encama qonaxa dawî ya Şerê Tinekirina Terorê ku di 9’ê Çileya 2019’an de ji nûve hat destpêkirin û heya 16’ê Adarê, ragihand.

Daxuyanî wiha ye;

“Hêzên me operasyonên xwe yên ji bo têkbirina terorê ku 9’ê Çileya 2019’an ji nûve dabû destpêkirin didomînin. Di van operasyonan de hêzên me serkeftinên mezin li dijî DAIŞ`ê bi destxistin û DAIŞ`ê di erdnîgariyek biçûk de li bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê de dorpêç kir.

Piştî ku hêzên me bi hezaran sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê wek mertalên zindî bi kar dianîn, ji bajarok derxistin, rêxistina terorîst di nav gund de hate dorpêçkirin. Hêzên me di bejahiyê de û Koalîsyona Navdewletî ji asîmanî ve derbeyên giran li çeteyan xistin. Beşek mezin ji endamên rêxistina terorîst û malbatên wan xwe radestî hêzên me kirin. Ji aliyekî din ve bi sedan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Hejmara sivîlên ku hatine rizgarkirin, endamên rêxistina terorîst di nav de malbatên wan ên ku xwe radestî hêzên me kirine, tevî hejmara şehîdên hêzên me yên ku di şer de şehîd bûne ev in;

1- Hejmara kesên ku xwe radestî hêzên me kirine 29 hezar û 600 din, di nava wan de 5 hezar terorîst hene. (Kesên ku xwe radestî kirine malbatên çeteyan in)

2- 520 terorîst di encama operasyonên hêzên taybet de hatin girtin.

3-34 hezar sivîl ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

4-Hezar û 306 terorîst hatine kuştin. Gelek kes jî birîndar bûn.

5- Di şer de 82 şervanên me şehîd bûn.

6-61 şervanên me birîndar bûn.